Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Bîra Qederê

Mehmed Uzun

Bîra Qederê Gönderileri

Bîra Qederê kitaplarını, Bîra Qederê sözleri ve alıntılarını, Bîra Qederê yazarlarını, Bîra Qederê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
. Siniyeka fireh a zebeşekî sor ê hûrkirî li ber wan e.
Çuyîn
Bê girîn û zehmet e; Ez ê herim... Mîna pelekî sivik Ko ba ji darê diweşîne... Ez ê herim bê ax û zarîn; Bê şîn û girîn. Girîn û hêstir ji bona çi? Ez ê herim! Mîna ba û bablîsokê,mîna av û ronahîyê... Xwedê dilê min Li ser sindiyana jiyînê danî; Û bi girane û zompên qehr û xweşîyê lê da...
Sayfa 369 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
Reklam
Wexta leglegê diçû bi leqleqê.
Sayfa 359 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
Kanî Cûdî ka Herekol ka Kepîr? Ka zozanên Mîr Bedîrxan, bavê Têlî, ka kê bir? Ka banê me yê ezîzan,kanî war? Kanî lo lo, lê lê, li kû, kanî deng?
Sayfa 343 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
"îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeweyeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe ya milî pêk ve neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine."
Sayfa 333 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit,,mirov umrê xwe xelas dikit... Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahozan ew hejandine,bê hejmar berf û baran tê re çûne... Her wekî dibêjin; ciwanî bizaniya,pîrî bikariya...
Sayfa 290 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
Reklam
Mîrê min , te her gotiye, " Bila ehlê min ziktêr ,gundîyên min xwedîyê bixêrîyên vêxistî bin. Bila şorba nîskan li ser êgir ,nan li ser tenûrê ,mîh û beran ,berx û kahr li ber derî bin. Bila teyr û tûrên me azad bifirin,şêr û pilingên me serbest bipekin... dawxaza me ji Xwedayê Alemîn bi tenê ev e..."
Sayfa 280 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
Bilûra Min
Bilûra min a şîrîn Tu di sariya sibehê Û hingûra êvarê de Hevalê bêhevalan, Destbirayê şivan û dilketîyan î. Dengê te, Hestirên dilên xemgîran, Silava ji hev-veqetîyan.
Sayfa 274 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
"Xorto! Bi ser kelame de girtine. Ji derve dijmin direjî me kiriye. Ji her milê êrîş. Di hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevûdu re . Di mal de jî dijmin. Herê Xorto! Birîna me a mezin û xedar dexs e ( hesûdî) ,berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji derve serma li me dixe. Li hundir em bi janê dikevin..."
Sayfa 244 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
Gotineke Mîr Bedirxan, kalikê te yê rehmetî , hebûye.ji roja ku osmaniyan ew birine Girîtê û heta mirinê, wî her tim ew gotin dubare kiriye. Wî hertim gotiye; xeribî ne tu çek e, pîyê xwe tê re meke... lê hezar heyf ku çekê xeribîyê bû kincên me cil û bergên me.
Sayfa 202 - İthaki yayınlarıKitabı okudu
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.