Kosê Weys got: "Gelî serekên eşîran ,şêxan û şûxan , Dewrêşê Evdî em giştik nas dikin,kurê Evdê Milhim,mêrxasê Ekrad bi nav û deng e, hetanî niha jêhatbûna xwe û mêranîya xwe ispat kiriye,bi sedan mêrên me kuştin. Wexta siwarên me didin ser pişta wî ,ew du sêkan dikuje,wexta ew dide ser pişta siwarên me dîsa sê çarekan dikuje.Mînanî şêrekî birîndar e.Derbên wî pê re cih dibînin. Em ê nikaribin derbeke kuştinê lê bidin.