1000Kitap Logosu
Di Tariye De

Di Tariye De

Okuyacaklarıma Ekle
TAKİP ET
0.0
0 Kişi
1
Okunma
0
Beğeni
28
Gösterim
200 sayfa ·
Tahmini okuma süresi: 5 sa. 40 dk.
Basım
Kürtçe · Türkiye · Lis Basın Yayınevi · 1 Mart 2020 · Karton kapak · 9786257724050
“Li ber kevîyên dawîn ên jîyanê meriv tenê pêjna dengê nigên mirinê dibihîze.” Reşo K. piştî panzdeh salên di girtîgehê de, şeveke tarî digihêje gund. Tevî ku armanca Reşo K. xwespartina dîwarê mala bavê xwe be jî, ji nişkê ve xwe di nava çûn û hatinên ku ew tu wateyê nikare bideyê de dibîne. Nebûna mifteya mala bavê wî, nexweşîya Bapîr K., hal û rewşa seyr a keça meta wî, hezkirîya wî ya yekemîn, hewaya ku heta dawîya romanê di nava xewnereşkan de derbas dibe. Fikirîna mirin û nemirinê a ku Reşo K. her dem di nava du cîhanan de digerîne û bîra hişê wî ya ku di valayîyeke bê zeman û bê mekan de li ba dibe û bûyerên ku di seqayeke Kafkaeskî de pêk tên. Bawer Rûken bi romana Di Tarîyê De re berê şêwaz û adanîya pênûsa romannivîsîya xwe dide rêyeke nû. Di vê rêyê de wekî pêşengên berî xwe F. Kafka, S. Beckett, R. Walser derdê wî jî ne tenê vegotina çîrokekê ye, jê bi wê detir hemû xem û xweêşandina wî bi zimanê Kurdî derbirîna tehma metnekî pirhêlî, bêserûber û her wiha metnekî ku zû bi zû dê neyê xitimkirin e.
Rûbar Elî
Di Tariye De'yi inceledi.
200 syf.
·
Puan vermedi
Rexne
Danasînek û rexneyek li ser romana Bawer Rûken ya bi navê 'Di Tariyê De' Ya rastî di vê nivîsê de naxwazim pir agahiyan di derbarê naveroka romanê de bidim lewra yên nexwendibin dibe ku piştî vê nivîsê hewcedarî bi xwendina wê nebînin. Helbet ev jî ji bo pirtûkê û nivîskar ne tiştekî baş e Roman ji çar beşan pêk tê: Mifte, Derî, Hundir, Xênî. Berî ez rexneyên xwe bikim dixwazim spasiya xwe bînim ziman ji bo nivîskar herwiha qet nebe romaneke nû diyariyî edebiyata Kurdî kiriye. Zimanê nivîskar gelekî zelal bû, gelekî vekirî bû. Ji serî heta binî bêyî ku ez ji peyvekê aciz bibim min roman xwend. Bûyer xweş herikî û herwiha kêfa min ji vegotina nivîskar re hat. Ez dixwazim hin rexneyên xwe bînim ziman ji vêga ve lêborînê dixwazim ji hêja Bawer Rûken Destpêka romanê, romana John Steinbeck ya bi navê 'Tiriyên Xezebê' (Gazap Üzümleri) anî bîra min herwiha bi heman şêwazê û heman vegotinê dest pê kiriye nivîskar lê belê çiqas roman diherike vegotin jî ji qalikê xwe derdikeve û hêdî hêdî dişibe romanên Kafka. Xumamiyek xwe hêdîka li xwîner dipêçe û çi tiştên eşkere çi yên veşartî tev di nav xûmamiyekê de dimînin. Mirov nema zane bê ka lehengê me(Reşo K.) di wextekî diyar de ye an na. Bi ya min serleheng ne weke qarakterekî hatiye afirandin an jî ji min re ji qarakterekî bêtir weke tîpekî hat. Herwiha nikare tu tiştî biguhêre an jî tu hêzeke wî tune ye û heta roman bi dawî dibe jî weke xwedî kesayeteke qels li pêşberî me ye. Gelek caran ez li benda hin bûyerên ku dê leheng ji qalikê wî yî qels derxîne sekinîm lê belê leheng ji wê qelsiya xwe nefilitî. Dema mirov romanekê an jî çîrokekê dixwîne bivê nevê mirov bûyerên ku di serê lehengên romanê de derbasdibin û bûyerên ku em di nav rasteqîniyeke eşkere tê de ne berawird dike. Gelek caran ev berawirdî ji min re qels hat ango ez gelek caran di romanê de sekinîm û min ji xwe re wisa got: Birastî ew kesê ku di romanê de li hemberî min e di rastiya xwe de ku ev bûyer di serê wî re derbasbibûna dê ne bi vî awayî tevbigeriyaya. Weke ku nivîskar ji derûniya lehengê xwe dûr ketiye ji min re wisa hat. Hin tevîetên mirovan hene li hemî cîhanê yek in û naguherin. Mînak dema yek di carekê de mirina dê û bavê xwe bibihîse ne gengaz e ku derûniya wî neguhere, teqez dê ev tişt pûkekê di dilê wî de çêbike û dê bandorekê lê bike. Di romanê de leheng derûniya wî qet naguhere an jî ez bi vî awayî bêjim lehengê me tu dibê qey ji serê romanê heta dawiya wê bi tu tiştî şaşwaz nabe, weke ku jixwe ew zane dê di romanê de çi bibe. Ya rastî ev tişt tê serê gelek nivîskaran herwiha ji ber ku ew bi xwe romanê dinivîsin gelek caran ji bîr dikin ku xwe û lehengê xwe ji hev biqetînin. Mirov dibê qey ji xwe leheng hay ji herikîna romanê heye. Helbet ev nêrîna min e û dibe ku gelek kes piştî xwendinê min aforoz jî bikin Di gotara Ba Har Güner ya ku min îro di Diyarnameyê de xwend de li ser teoriya şewqdanê hin tiştên ku ez di vê romanê de jî lê rast hatim tê gotin. Hûner divê tu carî ne jibergirtina jibergirtinê be. Nexasim rasteqîniya civakî ku bi ya min romana me li ser hîmên wê afiriye divê ewqasî ji rastiyê ne dûr bûya.(Helbet ev jî li gor nêrîna min wisa ye, weke min di serî de jî got dibe ku tenê bi min wisa hatibe.) Di gelek ciyan de tevgerên lehengên romanê bi min sûnî hat. Mînak di civaka me de çi dibe bila bibe jin ji mêran bêtir li ser diya xwe diêşên û bêtir li wan xwedî derdikevin. Ji çend meseleyên erd û xaniyan keç diya xwe navêje. Tiştekî din, zilamê metê û zilamê keça metê divê ewqasî ne dûr bûna, weke spêleyan in. Hebûna wan û nebûna wan ne diyar e. Jixwe zilamê keça metê ji min re wisa hat ku mîna wan kesên rêzefîlmên Tirka tevdigere. Tiştekî din, kesekî ku panzdeh salan di girtîgehê de bimîne û paşî rastî dîmeneke erotîk were gelo dê ewqasî bêxem be? Digel ku kirdeya erotîzmê hezkiriya wî yî bi salan e. Ji bo çi xwe ewqasî dûr dixe? Exlaq?.. Ger exlaq be çima lehengê me vî tiştî bi me nade fehmkirin. Tirs?.. Na lewra jixwe mêrê keça metê tune ye an jî heye lê weke ku tune be, herwiha nivîskar wisa dibêje. Gelo ji bo çi ew evîn bi awayekî eşkere nayê vegotin digel ku rewş û zemîn jî ji bo vî tiştî gelekî gûncav e? Bapîr K. ji bo çi weke lîstikvanekî serkeftî xwe da pêş me? Dîn e, sexik e an bi aqil e? Çawa çêbû ku hestiyê wê dihatin dîtin herwiha di ber sekerata de bû û ji nişka ve hişê wê hat serê wê, rabû weke yeke li ser xwe tevgeriya? Bûyera ku li dibistanê qewimî gelo hewce bû têketaya romanê? Bi ya min ne hewce bû. Reşo K. ne weke wan mirovên ku di civaka me de ji ber rewşên siyasî an jî ne siyasî dikevin girtîgehê û derdikevin tevdigeriya. Ew kesên ku nexasim ji ber rewşên siyasî dikevin girtîgehê û derdikevin her yek ji wan mîna mamosteyên bi salan derdikevin ji girtîgehê ango mînakên civakê bi vî rengî ne. Reşo K. weke ku di wî panzdeh salî de tu tiştî li xwe zêde nekiribe derketiye ji girtîgehê, ji min re wisa hat. Dawiya dawî hewce ye ku ez bibêjim çîroka dê û bavê Reşo K. jî divê hinek bi berfirehî li ser bihatana sekinandin li gor min. Hîn gelek tişt hene ku ez dixwazim li ser pirtûkê bibêjim lê ez bawer im anha bes e. Berî her tiştî ez dixwazim meseleyekî bînim hişê kesên ku vê nivîsê dixwînin. Ew meseleya ku wênesazek wêneyekî çêdike û datîne ciyê herî qelebalix yê bajêr. Li ser wêne jî dinivîse dibêje ciyê ku we xeletî tê de dît ji kerema xwe xêzbikin. Herwiha çend roj piştre dibîne ku wêne ji xêzikan êdî hew tê xwanê. Helbet bi vî tiştî diêşê û vê rewşê ji mamosteyê xwe re dibêje. Piştre mamosteyê wî dibêje ji kerema xwe wêneyekî din çêbike û deyne heman ciyî lê vê carê li serê wisa binivîse: "Ji kerema xwe ciyê ku we tê de xeletî dît bi keys bikin." Çend roj bi ser dikeve, camêr diçe li wêneyê xwe dinêre dibîne ku tu guherîn di wêneyê wî de tune ye. Çima tune ye ne hewceye ez bibêjim lewra ji xwe we fehm kir. Helbet kesên vê nivîsê dixwînin teqez vê çîrokê jî zanin lê dîsa jî min xwest bînim ziman lewra di navbera min û nivîskarê vê pirtûkê de ferqeke wisa heye ez kesek ji wan kesê ku xêzikekê li ser wêne dixe me Nîşe: Ez bawer im ev romana çaremîn e ku nivîskar nivîsandiye. Û ev roman ya herî dawî ye. Tujiya rexneyên min hinekî jî bi vê sedemê ve girêdayîye. Em li benda romanên hîn bi hêztir in. Herwiha hûn ê asta romana Kurdî bilind bikin ger hûn vî karî bikin hûn mecbûr in bilindtir bikin û em jî mecbûr in we bixwînin û we binirxînin. Sihet xweş û serkeftin ji bo Bawer Rûken
Di Tariye De
0.0/10
· 1 okunma
Okuyacaklarıma Ekle
1
13