Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Dîdarê Yar Gönderileri

Dîdarê Yar kitaplarını, Dîdarê Yar sözleri ve alıntılarını, Dîdarê Yar yazarlarını, Dîdarê Yar yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ez xumarim baqerarim rûzû şev Dûr ji yar im lew tizarim, bûl bilî Serc û fendim, mest û rendim daîmen Derdmendim, dil tibendim, bûl bilî Dil ’xerîbest ’endelîbest dostê gûl Yar ’hebîbest ew ’tebîbest, bûl bilî Ez cinûnem, ’xerqê xûnem, malxirab Zerd gûnem lew zebûnem, bûl bilî Ez helakem derdnakem, xestedil Nezcê xakem rû’h pakem, bûl bilî
Ezim rindê xerabat, nizanim bi çi ’halim Ne ’sofî û ne rindim, ne kufr û ne misilman
Reklam
Dîsan ji ’xemê ’işqê, ez bê ser û bê payem Mecnûnim la ye’iqîlû, dêwane û sewdayem ’Işqê ku ’ulû kerde, ’aqil ji serim borde Bê navim û bê dengim, bê ’arim û rûswayem.
Derdê ’xemê dilest û bes, bak nedîrem ez ji kes Kû hat’neme dîsa hewes, wey kû bibêm wey kû nebêm Dîsa sera ser ateşim, ’aşiqê rûyê dilkeşim Mest û xerab û serxweşim, wey kû bibêm wey kû nebêm
Hey hey çelebî qûm qûm
Saqî kû tibit ew ew, ’xem her tirijin dew dew Nesîm vetidin hew hew, hey hey çelebî qûm qûm Kûnde tibêjit qo qo, hûd hûd xu tibê po po Ez her tibêjim ho ho, hey hey çelebî qûm qûm Histir kû tiçin şet şet, sakin ne tibin qet qet Seyran tikinê pet pet, hey hey çelebî qûm qûm Derdim ji tebin tex tex, mûnşeqqe dilim rex rex Dîdar me tivê ex ex, hey hey çelebî qûm qûm Her geh ketibî car car, firyad tikim ez zar zar Daim tibêjim yar yar, hey hey çelebî qûm qûm Ey dostê bike lez lez, balim vebibez, bez bez Sûhtim ji ’xemê ez ez, hey hey çelebî qûm qûm Pisyar tikim ez rê rê, cada kû ’hebîb tê tê Bîkan kû demek bê bê, hey hey çelebî qûm qûm Ey xelwetî ta çend çend, qiflan li te kin bend bend Bitgêrin li te gund gund, hey hey çelebî qûm qûm.
Car car ke tibit şeb şeb, hey hey çelebî qûm qûm Xûş xûş tibim ez ’heb ’heb, hey hey çelebî qûm qûm Sotim ji ’xemê mûmû, ta çendî biçim sû sû Ey dostê were zû zû, hey hey çelebî qûm qûm Me’hbûb ke vehat xeh xeh, te dilim kir hareh reh Dîsan xweşim ez weh weh, hey hey çelebî qûm qûm Hûn lêm negirin zewq zewq, yêkcarî bûyîm şeq şeq ’Heq maye tinê ’heq ’heq, hey hey çelebî qûm qûm
Reklam
Ez bê dil û hem miflis û dêwane, ti gerhêm Dil bûrda û gîyan sohtî û bêçareyê qestim Bê ’sebrim û bê fehmim, bê sukne û aramim Heta kû cemalê te bibînim, kedperestim *Wergera bêjeya "Gerh" xuya ye ku bedel/berdêl e.
’Alem eger çî qal tikin, ezê bêjim ji derdê ’işq Qetlim eger ’helal tikin, ez tibêjim ji derdê ’işq Mûnkirî vê ji mêjin ew, ji dîrîyê dibêjin ew Xûnim eger tirêjin ew, ez tibêjim ji derdê ’işq Ji derdê ’işq evan tibêm, ’zahire hem ’eyan tibêm Sirrê xefî beyan tibêm, ez tibêjim ji derdê ’işq
Drama Xwedîyê Kera Mirar Buyî
Geh li ser min ew tibû bar, geh tibûm ez liwî siwar Her libû tekrîmê car car, ku kerê min par mir Geh li min ’xaîb tibû ew, geh li balim bû, bû yek cew Nû hesaim xûş tikim xew, ku kerê min par mir Ev çi remz û ev çi ker bû, ev çi ’hal ev çi ne’zer bû Min li xû evrû çêtir bû, ku kerê min par mir Ker mir û ez bûm bi tazî, nûke dil ’xemgîn tixazî Ta nekim ez lehû û bazî, ku kerê min par mir Wey kerê min mir ji birsê, wexte lê pinkêvim ’ersê Bûme eymen ez ji tirsê, ku kerê min par mir Wey kerê min wey kerê min, vervî û hem la’xerê min Xûş vebûn derdê serê min, ku kerê min par mir Wey mixabin derdrêjim, kes nizanî kez çi bêjim Histiran ez lew tirêjim, ku kerê min par mir
11 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.