Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Car car ke tibit şeb şeb, hey hey çelebî qûm qûm Xûş xûş tibim ez ’heb ’heb, hey hey çelebî qûm qûm Sotim ji ’xemê mûmû, ta çendî biçim sû sû Ey dostê were zû zû, hey hey çelebî qûm qûm Me’hbûb ke vehat xeh xeh, te dilim kir hareh reh Dîsan xweşim ez weh weh, hey hey çelebî qûm qûm Hûn lêm negirin zewq zewq, yêkcarî bûyîm şeq şeq ’Heq maye tinê ’heq ’heq, hey hey çelebî qûm qûm
Drama Xwedîyê Kera Mirar Buyî
Geh li ser min ew tibû bar, geh tibûm ez liwî siwar Her libû tekrîmê car car, ku kerê min par mir Geh li min ’xaîb tibû ew, geh li balim bû, bû yek cew Nû hesaim xûş tikim xew, ku kerê min par mir Ev çi remz û ev çi ker bû, ev çi ’hal ev çi ne’zer bû Min li xû evrû çêtir bû, ku kerê min par mir Ker mir û ez bûm bi tazî, nûke dil ’xemgîn tixazî Ta nekim ez lehû û bazî, ku kerê min par mir Wey kerê min mir ji birsê, wexte lê pinkêvim ’ersê Bûme eymen ez ji tirsê, ku kerê min par mir Wey kerê min wey kerê min, vervî û hem la’xerê min Xûş vebûn derdê serê min, ku kerê min par mir Wey mixabin derdrêjim, kes nizanî kez çi bêjim Histiran ez lew tirêjim, ku kerê min par mir
Reklam
Dîsan ji ’xemê ’işqê, ez bê ser û bê payem Mecnûnim la ye’iqîlû, dêwane û sewdayem ’Işqê ku ’ulû kerde, ’aqil ji serim borde Bê navim û bê dengim, bê ’arim û rûswayem.
Ezim rindê xerabat, nizanim bi çi ’halim Ne ’sofî û ne rindim, ne kufr û ne misilman
Hey hey çelebî qûm qûm
Saqî kû tibit ew ew, ’xem her tirijin dew dew Nesîm vetidin hew hew, hey hey çelebî qûm qûm Kûnde tibêjit qo qo, hûd hûd xu tibê po po Ez her tibêjim ho ho, hey hey çelebî qûm qûm Histir kû tiçin şet şet, sakin ne tibin qet qet Seyran tikinê pet pet, hey hey çelebî qûm qûm Derdim ji tebin tex tex, mûnşeqqe dilim rex rex Dîdar me tivê ex ex, hey hey çelebî qûm qûm Her geh ketibî car car, firyad tikim ez zar zar Daim tibêjim yar yar, hey hey çelebî qûm qûm Ey dostê bike lez lez, balim vebibez, bez bez Sûhtim ji ’xemê ez ez, hey hey çelebî qûm qûm Pisyar tikim ez rê rê, cada kû ’hebîb tê tê Bîkan kû demek bê bê, hey hey çelebî qûm qûm Ey xelwetî ta çend çend, qiflan li te kin bend bend Bitgêrin li te gund gund, hey hey çelebî qûm qûm.
Ez xumarim baqerarim rûzû şev Dûr ji yar im lew tizarim, bûl bilî Serc û fendim, mest û rendim daîmen Derdmendim, dil tibendim, bûl bilî Dil ’xerîbest ’endelîbest dostê gûl Yar ’hebîbest ew ’tebîbest, bûl bilî Ez cinûnem, ’xerqê xûnem, malxirab Zerd gûnem lew zebûnem, bûl bilî Ez helakem derdnakem, xestedil Nezcê xakem rû’h pakem, bûl bilî
Reklam
Derdê ’xemê dilest û bes, bak nedîrem ez ji kes Kû hat’neme dîsa hewes, wey kû bibêm wey kû nebêm Dîsa sera ser ateşim, ’aşiqê rûyê dilkeşim Mest û xerab û serxweşim, wey kû bibêm wey kû nebêm
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.