Ey çiya !
Biperpite
Li xwe bixe,
Bihedime
Ciwan xwe li navê te digirin,
Kewên xwe bi te difirînin ,
Xwe dispêrin bejna te,
Lê tu wan li ser xwe dikî 34 gule,
Tu wan li ser xwe dikî berate
Ma qey ev e mazûvaniya te ?
Êdî wext e ,bila bi cizbê bikevin zinarên te