Ji ber derê kon deng hat. Esker ew dîl bi kutan anîn kon. Xano ku kutan dît, hêrs bû, got: Ev çi teba ye? Dîlkutan ne şuxulê mêranîyê ye! Meriv dikare dîl bikuje jî, wexta dîl bi te re ne rast be! Kê kutan ne şuxulê mêrxasan e. Her Rom û Îran tiştên wisa hov dikin!