Birano lê xin ,xweyîno lê xin,hev ra lê xin,
Heyfa welat ,jin-zarêd Kurdan hûn jê derxin.
Carekê daketiye Deşta Şemzînanê her jêrîn e,
De bira bê xweyîkirinê ji qedayê Xanoyê Çengzêrîn e.
Birano lê xin, xweyîno lê xin, hev ra lê xin,
Heyfa welat, jin-zarêd Kurdan hûn jê derxin.
Carekê daketiye Deşta Şemzînanê van zinaran,
Tê da tê girîyê Romê ,nalenala van neyaran
Birano lê xin, xweyîno lê xin, hev ra lê xin,
Heyfa welat, jin-zarêd Kurdan hûn jê derxin.
Deşta Şemzînanê deşteke rast e dûz e,
Eskerê Romê ketiye xeleq e mînanî kûçikan kûzekûz e.
Birano lê xin, xweyîno lê xin, hev ra lê xin,
Heyfa welat, jin-zarêd Kurdan hûn jê derxin.