"GUFTÊN MELA"
Dûr im j'gula b'xunav e
Lew zer şubhetê bih im
Sosin 'ereq j'tila ve
Di firqetê d'birjihim
Li bal xudan dila ve
Tu tav i, ez hê sih im
"GUFTÊN FEQl"
Birîndarê 'işqê me
Dûr im ji siha bihan
Zanin meddahê kê me!
Di hezar û yek u sihan
Senaxwanê "Melê" me
Li hemû erd û cihan
"GUFTÊN MELA"
Bi remz û guft û suran
Nebatê ew dirêjin
'lşweyên le'l û duran
Lu 'lu ' şeker dibêjin
Xedengên di awuran
Aşiqan dê birêjin
"GUFTÊN FEQI"
Aşiqê dev û lêvan
Şabaş e ji Xwedê ra
Selwa bi bih û sêvan
Belg in ji zîv û zêra
Heram in xewê d'şêvan
Li kesê muhbet vêra
Sebahu l-xeyri xanê min
şehê şêrîn zebanê min
Tu yî rûh û rewanê min
Bibit qurban te canê min
Te`ale l-lah çi zat î tu
çi wê şêrînsifat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu