Öne Çıkan Dîwan kitaplarını, öne çıkan Dîwan sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Dîwan yazarlarını, öne çıkan Dîwan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Sebahu l-xeyri xanê min
şehê şêrîn zebanê min
Tu yî rûh û rewanê min
Bibit qurban te canê min
Te`ale l-lah çi zat î tu
çi wê şêrînsifat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu
Nêrgizên şengî di mest in çep û rast
Saqiyan camî di dest in çep û rast
Rast û çep têne ceger sine kulab
'Er'erên şengî dilestin çep û rast
Tox û ala ku xuya bûn ji 'Ecem
'Ereban tîpi şikestin çep û rast
Ber vişerqê di seherê westayin
Hindûyên roji-perest in çep û rast
Qeyserê Romê li ser heddê Firing
Toq û zincîri vebestin çep û rast
Herdu destên xwe hemayil, şevekê
Me ji bo yarê dixwestin çep û rast
Ve "Melê" sir-perîya horî-sîfet
Sed melek destî bi dest in çep û rast
îro ji derba xencerê
Lazim biêşan î Mela
Teşbîhê zulfa dilberê
Zanim perîşan î Mela
Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Toqê gerden helqeyê zunnari zulfa yari min
Dê kilîta kelbê 'işqê helqeya zunnari bit
'Eqda ihramê di 'işqê da ku pîrê 'işqê best
Dê çi xem ger xerqê rehnê xaneyê xennnari bit