Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Sebahu l-xeyri xanê min şehê şêrîn zebanê min Tu yî rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Te`ale l-lah çi zat î tu çi wê şêrînsifat î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu
Sayfa 248
Reklam
çep û rast
Nêrgizên şengî di mest in çep û rast Saqiyan camî di dest in çep û rast Rast û çep têne ceger sine kulab 'Er'erên şengî dilestin çep û rast Tox û ala ku xuya bûn ji 'Ecem 'Ereban tîpi şikestin çep û rast Ber vişerqê di seherê westayin Hindûyên roji-perest in çep û rast Qeyserê Romê li ser heddê Firing Toq û zincîri vebestin çep û rast Herdu destên xwe hemayil, şevekê Me ji bo yarê dixwestin çep û rast Ve "Melê" sir-perîya horî-sîfet Sed melek destî bi dest in çep û rast
Sayfa 51
Rohnîya çehvê nebînan Murşîdê meczûb û dînan Darûyê derd û birînan Min teleb dîna te ye
Sayfa 187
Îro Ji Derba Xencerê
îro ji derba xencerê Lazim biêşan î Mela Teşbîhê zulfa dilberê Zanim perîşan î Mela Zanim perîşan î ji dil Bêhed biêşan î ji dil Teşbîhê biryan î ji dil
Sayfa 207
Wer ji ber perdê
Toqê gerden helqeyê zunnari zulfa yari min Dê kilîta kelbê 'işqê helqeya zunnari bit 'Eqda ihramê di 'işqê da ku pîrê 'işqê best Dê çi xem ger xerqê rehnê xaneyê xennnari bit
Sayfa 52
Reklam
Bexçeya min (xeyalî)
Reyhan û sunbul tê hene Sed çiçek û gul tê hene Zerbav û bulbul tê hene Ew bexçeya gulzari xet
Sayfa 114
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.