Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kürtçe

Diwan Berhemen Gışti

Ehmed Huseynî

Diwan Berhemen Gışti Sözleri ve Alıntıları

Diwan Berhemen Gışti sözleri ve alıntılarını, Diwan Berhemen Gışti kitap alıntılarını, Diwan Berhemen Gışti en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bîna bin çengê çiyan û velerzîna giyanê riyan û xwekuştina pinpinîkên sînga diyan bibêjin...
Tu dizanî mirin çi ye? De netirse û tirsa min Bi mirina xwe bimirîne!
Sayfa 268
Reklam
Vê sibehê, Min dixwest tiştekî ji te re bibêjim: Tiştekî bi qasî welatê min şêrîn Bi qasî azadiyê xweşik Bi qasi dilê dayika min germ Bi qasi xwîna şehîdan pîroz Û bi qasî çavên te xemgîn Min dixwest ji te re bibêjim: Ji te hez dikim!
Sayfa 36
li wir bimîne min bi ser xwe de birijîne û di ferhenga dilê min de bimîne
Wek çemekî Di ber te re çûm û nema li şopa lîngen te vegerîyam Wek ewrekî Di ber te re çûm û nema li esmanê çavên te vegerîyam.. Wek pencereyekê Ji dîle te re vebûm û nema li sira bayê evîna te gerîyam ... Û wek darbesteke Di ber te re çûm û nema li hîmbêza axa te vegerîyam... Ehmed Huseynî
Amûdê
Her sibe me gulên te yên zikmakî me rêçên evînê û dilpakî bi xunava bêrîkirinê diparast, dergehên bi navnîşanên şînê di axîna te de peşkên barana sersar û dîn, û me xewrevîn bi ebrûyên hêviya stewr dialast em çûn xwê... dara tûyê di tozê de ma, em di sînga te de ji girî lal bûn lê tu mayî, zengil û temaşevana dilrast.
Reklam
Vê Sibehê
Vê sibehê, min dixwest tiştekî ji te re bibêjim: tiştekî bi qasî welatê min şêrîn bi qasî azadiyê xweşik bi qasî dilê dayika min germ bi qasî xwîna şehîdan pîroz û bi qasî çavên te xemgîn min dixwest ji te re bibêjim: ji te hez dikim!
Vê şevê Peyv im, bi ser te de dikevim Heyv im, ji esmanê çave te direvim Ve şevê, Çima tu weke rûpelên avê zelal î? Çima tu weke çavên dayîka min delal î?
Min li ber serê xwe, findeke ebedî vêxîne
74 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.