Wek çemekî
Di ber te re çûm û nema li şopa lîngen te vegerîyam
Wek ewrekî
Di ber te re çûm û nema li esmanê çavên te vegerîyam..
Wek pencereyekê
Ji dîle te re vebûm û nema li sira bayê evîna te gerîyam ...
Û wek darbesteke
Di ber te re çûm û nema li hîmbêza axa te vegerîyam...
Ehmed Huseynî
Vê sibehê,
Min dixwest tiştekî ji te re bibêjim:
Tiştekî bi qasî welatê min şêrîn
Bi qasî azadiyê xweşik
Bi qasi dilê dayika min germ
Bi qasi xwîna şehîdan pîroz
Û bi qasî çavên te xemgîn
Min dixwest ji te re bibêjim:
Ji te hez dikim!