Diwan Rûhî a Şêx Evdirehmanê Axtepî sê caran hatiye çapkirin. Du caran ji aliyê Zeynelabidîn Zinar hatiye nivîsandin. Û bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Yek ji wan çapan, nivîsandina wê nebaşe. Di vê çapê de manzûma Şêx Muhyedîn es-Sa'î el-Hanewî (derbarê xwarinê de ye) û hinek helbestên Siyehpûş jî hene. Di vê çapê de Dîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî bi tenê 72 rûpel e. Çapa dudiyan gelek xweş hatiye nivîsandin û bi we re dîwana kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî Mihemed Kerbelayî jî hatiye çapkirin. Dîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî tenê 103 rûpel e. Çapa sisiyan ji alî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Osman Akdax û Kerem Soylû wê wergerandine tîpên latînî. 81 rûpel e.
Dîwan bi arûzê hatiye nivîsandin. Pirê caran ya li ser wezna fâîlâtûn, fâîlâtûn, fâîlâtûn, fâîlat yan jî li ser wezna mefaîlûn, mefaîlûn, mefaîlûn, mefaîlû hatiye gotin. Zimanê dîwanê hêsan e, di nav peyvên ku tê de hatiye bikaranîn de aheng pir heye. Lêbelê dîsa jî ji famkirina wê, ê dixwîne gerek haya wî ji erebî û farisî hebe û hinek istilahên tesewufî jî zanibe. Di dîwanê de helbestek tenê farisî ye, yên din kurdî ne. Lêbelê di nav hinek helbestan de, beytên erebî jî hene. Lewra Şêx Evdirehmanê Axtepî di medreseyê de mezin bûye û mirovekî bi tesewufû girêdayî bûye. Gava mirov zimanê kurdî zanibe û haya wî ji tesewuf û hinek jî zimanê erebî û farisî hebe, dîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî fam dike. Di derbarê vê xisûsê de çend beyt:
Weqtê qiyamet sa'etê
Bê werdê baxê wesletê
Wellahî naçim cennetê
Nadim li Firdewsê nezer
Serfê beser wechê Hebîb
Yekser di nîf'alem xerîb
Ey wa'îzê gotin'ecîb
Wa'za xwe bigire muxteser
We'îz û nesîhet kin bike
Teqrîr-i bes gotin bike
Wesfê hebîba min bike
Da çêbitin der dil eser
Nakim ji 'ebdan gazinê
Amentu heqqen bi'l-qeder
Van beytana dide nîşandin ku zimanê dîwanê hêsan e. Lewra peyvên hatine bikaranîn, peyvên ne xerîb in. Hevok jî xwerû ne.
Naveroka Dîwanê
Naveroka dîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî bi piranî eşqa evîna îlahî ye. Çar pênc beşine li ser evînê ne. Ê din giş li ser evînê ne. Lewra sedemê ku Şêx Evdirehmanê Axtepî ev dîwana nivîsandiye evîna îlahî ye. Naveroka dîwana wî ji bil evînê hezkirina Alê Beyt, Şefa'et û Şahê Neqşebend e.
'Eşq
Di wîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî de mijara bingehî evîn e. Wî evîna xwe wekî wî aşiqê ku bê mahbûba xwe tu tiştekî fikir nake, ji bo wê tiştê xwe giş feda kiriye û dike nake nagihêje wê aniye ziman. Hezkirina wiya ji bo mehbûbê qelbê wî gişî tije kiriye. Ew dixwaze maşûqê bibîne lêbelê nikare bibîne. Ji sedem nedîtîna maşûqê, pir êş û zehmet dikşîne, digirî û kul û birînên xwenê bi sedem 'eşqê hatiye serê wî bi hawayê cûrbicûr ji me re dibêje û çi tiştê ji destê wî tê dike. Wan xisûsana di helbestên wî de, bi hawayekî zelal tên dîtin. Ew di destpêka Dîwanê de van malikên jêrê dibêje:
Şehîdê çeşmê cellad im, hewadar im bi bejnê re
Di 'ilmê eşqê neqqad im, riwayet kim ji amê re
Ji herkes re riwayet kim, hemî xelqan hidayet kim
Nukatan ez dîrayet kim, muheyya me ji dersê re
Di van beytan de tê xwanîkirin ku, Şêx Evdirehmanê Axtepî wer aşiq e, 'eşqê wî kuştiye û gihiştiye derecekê ku di 'eşqê de bûye mahir û dikare di mijara eşqê de seydatî bike. Ew dîsa di vî warî de wuha bibêje:
Meqerr û meskenê min goşê meyxaneye herdem
Ji vê nîv malikê tê famkirin ku Şêx herdem di bin bandora eşqê de ye û halê eşqê, wî wek însanê di meyxanê de serxweş kirîye. Pirê ehlm tesewufê jî, wek wî behsa vî halî dikin.
Ji beytnê mîna ên jêrê em fam dikin sebebê, gotinên wî giş 'eşq e.
Qesdê qelbê min ne berf e lê ji destê firqetê
Berf û bapûkî dikim mana ku şîrîn bit xîtab
[[Şêx Evdirehmanê Axtepî gava li ser evînê dipeyive, carna behsa maşuqê dike, carna ji me re êş û derdê dûrbûna ji maşûqê dibêje. Hinek, carna jî pesnê maşûqê dide, li ber wê digere derd û kulên xwe jê re dibêje. Tîne ziman ku maşûq li cem wî ji her tiştî bi rûmettir e. Carna ji bo eşqê xîtabê li nefsa xwe dike û jê re aram pend dike. Di van beytên jêrî de derdê 'eşqê tîne ziman û dibêje ku derdê 'eşqê ji agirê cehennemê pirtir canê wî dişewitîne.
Ah û feryadan dikêşim. Ey! Nîgarim her zaman
Şu'leya hicra te sotim. Bihter ez narê cehîm
Di beyteke xwe ya din de dibêje ku êş û kulên evînê wî xistiye haleke wisa tesîra şîret û waaz lê nabe, bê çare ye:
'Eqlê min bir cergê min sota cemala dilberê
Wa'izan behudê tên te'rifi în û an dikin
Di helbesteke xwe de behsa ceşnê dike. Dibêje ji sedem 'eşqê û dûrketina maşûq, haya wî ji ceşnê û şahiya ceşnê tuneye, bi tenê maye derd û kul ji sedem 'eşqê li ser serê wî kom bûne:
Gerçi îro 'îde emma cergê min ateş ketê
Dil tehemmul naketin seyra riyadê cennetê
Subhê 'îdê her kesek der geştê sehra renge reng
Ser me ez xem cem'î bûne leşkerê Rom û Freng
Der binê narê firaqê keftime bê yar û şeng
Ez xerîbim ez xerîbim ez xerîbim ez xerîb
Tevî ku Şêx Evdirehmanê Axtepî derd û kulên xwe dibêje dîsa, bi halê xwe kêfxweş e. Tê famkirin li cem wî 'eşq bê zerar e, belkî 'eşq tiştekî gelek kûr û fireh e, bi rûmetî û hêja ye ku mirov ji bo wê zehmetê bikşîne. Di wî warî de malikên jêrê ji me re dibêje:
Nakim ji 'ebdan gazinî
Amentu haqqen bi'l-qeder
Lezzeta halê wusalê nagihê sed ilmê qal
Bûseyek xeddê nîgarê, nuqteyek ez xalê reş
Nadim ez wellahî bi taxtê şahê Rom û Hebeş
Şêx Evdirehmanê Axtepî bi şekleke temsilî gotubêjekê di navbera xwe û maşûqê de pêk tîne. Derdê xwe ji maşûqê re dibêje û dîtina cemala wê dixwaze. Maşûq di serî de daxwazê wî qebûl nake. Lêbelê di dawiyê de daxwaza wî qebûl dike, cemala xwe rê wî dide. Di vî warî de dibêje ku maşûqê rûberka li ser çavê xwe, ji ser çavê xwe avêt, ez jî jê re çûm secdê û do nav evîndarên cihanê de dîtina maşûqê bû para min tenê:
Perde avête ji ber dêmê, me halê secde kir
Lew di nîv 'uşşaqê 'alem ez bi weslê bûm wesîm
Evîna Şêx Evdirehmanê Axtepî evîneke gelek kûr û fireh e ji wî sedemê evîna xwe teşbîh dike bi halê pêxember û melikên berê. Wekî di vê malika jêrê de:
Şubhê Yûsif zîre zîndan mame mahbûs û hezîn
Qet nego carek Zuleyxayê çi hal e bê mecal
Şêx Evdirehmanê Axtepî di derheqê êş û derdê evîna îlahî de şîretan li nefsa xwe dike û di vê mijarê de helbesteke wî heye. Di wê helbestê de li ser halê xwe diaxife û di dawîya her kitêbekê de hevoka الصبر مفتاح الفرج tekrar dike. Ji vê helbestê çend heb beyt:
Nalîn dikim wek bulbulan
Dûr im ji bihna sorgulan
Sabr û sukûna bê dilan
Es-sabrû miftah-ul ferec
Ey dil bibûre ser cisir
Fikrê meke kar û xusir
Min badî usrin zû yusur
Es-sabrû miftahu'l- ferec
Bûm serxweşê hîcra Nîgar
Çêbû li dil daxek xeddar
Şêx Evdirehmanê Axtepî di cîhkî Dîwana xwe de îşaretî perîşaniya xwe ya li hember mahbûbê dike û bersiva ên ku davêjin wî dide, wiha dibêje:
Şaş kirim xewra Habîbê der 'azabê rûz û şeb
Kes li min lewman mekin. Ey zahidan bê eceb
Hezkirina Alê Beytê
Şêx Evdirehmanê Axtepî gelek pir ji Alê Beytê hezkiriye. Ji sedema vêya, hinek navê Alê Beytê li zarokên xwe daniye. Wekî Kerbela û Eskerî.
Şêx Evdirehmanê Axtepî di dîwana xwe de jî bi taybetî behsa Hz. 'Elî dike û ji sedem şehadeta Hz. Hûseyn li Yezîd lanetê tîne. Beşeke hindik ji helbestên wî ji di derbarê Hz. 'Elî de ne. Lewra di dîwanê de mijara wî ya bingeh evîn e. Di derbarê Hz. 'Elî de wiha dibêje:
Şahê merdan Şêrê Yezdan Îbne 'emmê Mustafa
Rehberê rahê heqîqet est Sultanê huda
Fikrê efkarim hemîn ya 'Elî el-Murteda
La Feta Îlla 'Alî La seyfe îlla zu-l fîqar
Di dawiya her helbestê de hevoka لافتیی الاعای لاسیف ا لاذواوالفقار tekrar dike.
Hezkirina wî ya ji Alê Beytê bûye sedem ku ew pir muxalefeta ehlê sunnetê bike. Lewra ji bûyerên hatiye serê Hz. Hûseyn û şehadeta Hz. Hûseyn, Şêx Evdirehmanê Axtepî xwe negirtiye, dilê wî pir şewitiye û bi hawakî zelal û dijwar lanetê barandiye li Yezîd û hevalên Yezîd. Di her beyteke ku di vî warî de wî gotiye ya lanet li ser Yezîd, ya li ser wesfê zalimtiya Yezîd, yan jî kufra Yezîd heye.
Ew dîwana xwe de helbesteke cuda kiriye ji bo şehadeta Hz. Hûseyn. Şêx Evdirehmanê Axtepî behsa wan dike bi hawakî eşkere ji bo wan gotina kufrê jî îstîmal dike wiha dibêje:
Her deêa tîrê li cergê wan 'ezîzan tenê bîr
Ateşek min tête dil teşbîhê nârê fi'l-hedîd
'Emr û Şemr û Îbnû Zîyad û Yezîdê kufrîdar
Ey Xuda bîne li wan pur la'nu exdabe 'edîd
Ji van helbestên Şêx Evdirehmanê Axtepî tê derxistin ku ewî tu carî tahamulî zulmê nekiriye.
Di van malikên jêre de jî gotina lanet û zalim ji bo Yezîd îstîmal dike:
Sed hezar lanet muza'ef şubhê baranê şedîd
Her zaman la yenqetî' bin ew li ser rûhê Yezîd
Ah di vê mahê Muharrem da Hûseynêm bû şehîd
Musteheqqê le'n û teqhîbê ebed bûye Yezîd
Rûhiya werdê zeban bêje hemî şam û seher
La'netullahî 'ela rûhî'l-Yezîdî fi'l-mezîd
La'netê bînin li ser wan zaliman yewmen cedîd
Şefa'at
Şefa'at jî mijarekî ku di dîwanê de Şêx Evdirehmanê Axtepî li serê sekiniye. Ji sedem vî hawî behsa xeta û kêmasiyên xwe dike. Dibêje ew bê çareye û xelasî di roja mahşerê de jê re tuneye, xelasiya wî bi şefa'ata Resullah (s.) tenê dibe. Ji wî şefa'atê dixwaze. Di beytekê de jî dibêje ku çiqas gunehkar bim jî, di rêya şerî'etê de me. Bi vê xisûsê, hêviya şefa'atê dike:
Ger çi 'asîy û gunehkar im feqîr im pur hezîn
Şukrî lîllah ketme rahê şer'ê heq dînê mubîn
Rureşek bê kesb û karim. Ey Şefî'u'l-muznibîn!
Ya Resullah dexîlim! Ya hebîbellah dexîl!
Şêx Evdirehmanê Axtepî di qit'eke din de jî wiha dibêje:
'Umrê taze min telef kir der guneh ev çendî sal
Serxweşê nefs û hewa mustexriqê zenb û delal
Tên nivîsandin li ser min her se'et sed qîl û qal
Ya Resullah dexîlim ya hebîbellah dexîl
Şahê Neqşebend
Çawa ku herkes zane Şêx Evdirehmanê Axtepî mirovekî ehlê tesewufê ye, di wî warî de gihîştiye dereceyek mezin û bûye Şêx û mirovan li ser destê wî tewbe kirine. Tevî viya Axteoş di dîwana xwe de bê hinek istilahên tesewufî ku wesfên maşûqê ne, li ser terîqetê nepeyeviye; lêbelê li ser Şahê Neqşebend ş'ir gotiye û pesnê wî daye. Gava mirinê, alîkariyê jê dixwaze. Çend caran dibêje ku Şahê Neqşebend mezinê hemû ewliyayan û agahdarê esrarên îlahî ye. Hinek beytên wî:
Xoceê muşkil kuş pîrê 'Ecem pîrê 'Ereb
Şahê şahanê cihan mehremê esrarê Reb
Di cîhkî de jî ji van beytan bibêje:
Kelbê Şahê Neqşebend im ta li dunya zînde me
Me'dena cûd û sexaê ez faqîr im hewce me
Eleman Şahê mezin yexsîrê zincîra te me
Sed meded pîrê terîqê kelbê dergahê te me
Şahê cumle ewliya î ez demê qal û bela
Melcê şah û geda î rehberê Şêx û mela
Ji van beytan tê famkirin ku, Şêx Evdirehmanê Axtepî pir ji Şahê Neqşebend hez dike û tesîra wî li ser Şêx Evdirehmanê Axtepî pir e.
Di van beytên jêrî jî behsa xadra nefs û şeytan dike û alîkarî ji Şahê Neqşebend dixwaze, wiha dibêje:
Nefs û şeytanim li min bê hed kirin cewr û xedir
Mam di nîv ebna'ê cinsê xwe zelîl û bê qedir
Dexlê ba pusî te me ba xatirê Ehlê Bedir
Hadirê îmana min be wextê ruh tê ser sedir
Di Dîwana Axtepî de Hunerê Wêjeyî
Şêx Evdirehmanê Axtepî di dîwana xwe de gelek hunerê edebî bikaraniye. Lewra derd û kulên ku Şêx Evdirehmanê Axtepî ji sedem evînê kişandiye û hezkirin û fedakariya ji maşûqê re û di warê eşqê de wateyên kur bi gotinên heqîqî tam nehatiye îfadekirin. Vana hemû bûne sebebê bikaranîna hunerê edebî. Tezyîna helbestê jî tiştekî ye bûye sebebê hunrê wêjeyê. Malika di serê dîwanê de nîşanî me dide ku dîwana wî, bi hunerê wêjeyê tije ye. Malika destpêke:
Şehîde çeşmê cellad im
Hewadar im bi bejnê ra
Di vê beytê de, gotinên ku dengê wan ahengê hev in û hunrê îstîarê û tewriyê hatiye bikaranîn. Lewra heman herf tekrar bûne û dewsa peyva maşûqî de peyva cellad hatiye îstîmalkirin. Ji vêya tê famkirin ku li vir hunerê îstîarê heye. “Hewadar im” bi mana evîndar im, aşiq im û bi mana tiştekî ku hewa lê dixe û bi hewayê re meyl dike, dibe ku wateyê wî, yek ji van be. Gava ku ev peyv bi wan menayê hatibe îstîmalkirin, em dikarin bibêjin ku di vira de hunerê tewriye an jî tewcihiye heye. Ev beytên han nîşanî me didin ku Şêx Evdirehmanê Axtepî bi hunerê Husnû'l Îbtîda dest bi dîwana xwe kiriye û di dîwana xwe de gelek hunerên edebî bikaraniye. Lewra di pirtûkên berê de, gotinên serî hem ji aliyê manê ve, hem ji aliyê hunerî edebî ve muwafiqê naverokê ne. Di vê berhema ku em jê behs dikin, gelek hunerên edebî hene. [[Şêx Evdirehmanê Axtepî ji bo ku derd û kulê xwe yên evîna îlahî bêje, bi peyv û hevokên basît îktîfa nekiriye û di Dîwanê de îstîare, teşbîh, kînaye, tibaq, tekrar, tecrîd, îqtîbâs û îtnab bikaraniye. Ji van huneran, ê ku pir hatiye bikaranîn, teşbîh û îstîare û îtnab e. Lewra Şêx Evdirehmanê Axtepî her gav xwestî ku maşûqê teşbîhê tiştekî muşexes û marûf bike, hem jî pesnê maşûqî bide. Hinek mînakan ji helbestên Şêx Evdirehmanê Axtepî ê edebî:
'Îd e îro bêqerar im ez ji feqda demdurê
Bê hebîb im Bê hebîb im Bê hebîb im Bê Hebîb
Îdeyan yarê xwe girtin çûne seyra gulşenan
Muntezir ba saxir û rehyan û werd û sosinan
Lê tenê ma me di gel eşkan di kuncê kulxenan
Bê nesîb im bê nesîb im bê nesîb im bê nesîb
Di van beytan de ji bo tekîdê tekrar hatiye kirin. Wekî din jî, halê eşq û maşûqan û gera wan a manewî hatiye teşbîh kirin. Bi tştê maddî. Lêbelê ji sedem muşebbeh nehatiye zikirkirin bûye Îstîareya Tasrîhîyê. Di wira de bê van huner, hunerê Tîbaq û Îtnab jî heye. Di Dîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî de tekrar bi piranî lafzî ne. Carna nîvê beytê giş hatiye tekrarkirin, carna jî hevok bi tenê hatiye tekrarkirin. Di dîwana wî de cîhê ku pir tekrar hatiye kirin:
Serapa cemre wek nar im
Telef bû rûh û can pêra
Teşbîh û mubalaxa heye lewra îktîfabûna xwe wek bi agir nayne, gotiye ez wek pizotî agir im.
Çend beytên wî yên din ku em derbarê hunerê wêjeyê de mînak bidin, van beytên jêrîn:
Can ji tesîra fîraqê ketye halatê şedîd
Narê 'îşqê bâ dikit her sa'etek hel mezîd
Tên ji van cerhê di kul her dem hezar xûn û sedîd
Dil di sehrayê fîraqê maye nalan û wehîd
Di van beytan de pir hunerê wêjeyê hene. Yek ji wan peyvan جان i dewsa zamîrê de yanê dewsa از de hatiye îstîmalkirin. Di van beytan de wekî di întaq, îqtîbas, teşhîs, mubalaxa û îstîare heye.
Wan beytên jêrê jî ji bo hunerê wêjeyê mînakên baş in. Ew wisa dibêje:
Ey dil bibûre ser cisir
Fikir meke kar û xusir
Min badî usrîn zû yusir
Es-sabrû miftah-ul ferec
Îstîare, îqtîbas, tibaq û cînasê naqise heye.
Çi b'kim hebîbek zalim e
Lêkin ji nuqsan salim e
Di vê beyta hanî de jî, te'kîdu'l-medhî bi îma yuşbîhu zemme û cînasa naqise heye.
Di vê beyta jêrê de jî hunerê tibaqî, cînasî û îstîare heye.
Gedayê babê yarim, lêk sultanê sehergahim
Sadîqê rahê 'eşqim, hem çû Yûsif besteê cahim
Keremke yek tesellî bo dilê bê çare ê 'aşiq
Ji nîranê fîraqê bîne der der min 'aşiqê sadiq
Di van beytê jorê jî emir bi meqsada rîcayê hatiye îstîmalkirin. Wekî din jî îstîare û cînas heye
Netîce
Dîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî bi piranî li ser 'eşqê ye. Li ser eşqê û halê aşiq û maşûqê bi hewakî kûr û fireh disekine. Tê de zimanekî wêjeyî û hêsan bikaraniye.Xwendina wê hem ji aliyê menayê hem jî ji aliyê wêjeyê ve bi feyde û bi zewq e. Tê de gelek hunerên wêjeyê û wateyên tesewufî hatine îstîmalkirin.
Edib Teverzî, Nûbihar (kovar), payîz, 2008.