Ez hata qirikê tijî bûme ji derdan.Hema ku yek ji min re bibêje bipeyive.Ez ê qehr û kîna xwe ya sêsed salî mîna xwînê bipijiqînim serçavên neyaran.Ji ner ku min pir kişand ji destê dijminên pirtûkan.Bi sedan doz û bi hezara lêpirsîn li min hatin vekirin.Kirin ku min tune bikin hibra zimanê ku li ser pişta min hîn ziwa nebûye,kirin ku winda bikin.Min pir şev û rojên çetin derbas kirin di bin kadîn û valahîyên tuwaletan de.Da ku nekevim destê neyarên pirtûkan