Ev çi rê bû te da ber xelkê, mîrê min, ev çi ilm û îrfan bû!
Xwendin û nivisandina bavê min tüne bû... di dema wan de
dünya ne gilover bû, di dema wan de dünya li dora xwe ne dizivirî lê... lê dîsa jî bextiyar bûn!
Maleke weke gelek malên bêyî jin û zarok e. Ji ode û aşxane-
yekê piçûk pêk hatiye. Ji dîwarên vê odê, dîwarê hember biçend refikên pirtûkxanê hatiye nixumandin û di ser pirtûkxanê re jî portrekî Ahmedê Xanî dardakirî ye. Li dîwarê hêla ras-
tê jî portrekî mîr Celadet Alî Bedincan ji profîlekî çepê ve hatiye dardakirin ku çav û avwurên wî li pirtûkên refikan e.
Hin gelek tişt hene, mîre min, gelek gotinên min hene ku ez ji te re bibêjim. Lê wek ku min got, ez naxwazim serê te jî pê bêşînim, mîre min, ez naxwazim behna te pê teng bikim..
Ez nikanim wê rewşa xwe û wê rojê bi gotinan vebêjim. Le ew şop û birînen ku wê hevdîtina me li min hiştine, ew ê li darê dunyayê qet ji bîra min neçe ..