"Xwezî anha ev gotinên min bihatana nivîsandin!
Kaxezî di pirtûkek de berhev bibûyana!
Bi penûseke hesinî, bi (jurşûne"
Li zinaran bihatana kolanê ku her û her bimana."
(Tewrat: Hz. Eyub XIX:23-24)
Her cara ku ez li ber ve kambaxe rûdinim, tu dibejî qeye ez li ber kewara mozan rûniştime, mîre min, ez dibem qeye ez bi dengekî bilind derewan dikim û herkes jî dibîne, herkes dibîne û guhdariya min dike...