Ev çi rê bû te da ber xelkê, mîrê min, ev çi ilm û îrfan bû! Xwendin û nivisandina bavê min tune bû... di dema wan de dunya ne gilover bû, di dema wan de dunya li dora xwe ne di zivirî lê... lê dîsa jî bextiyar bûn!
Pirî caran bêyî daxwaza xwe ez diketim ramanan. Min xwe dûr berdida û ez dûr diçûm, mîre min.Di her carên weha de min xwe di qunciken şikeftên reş û tarî de didît.