gunehê nên di stuyê şivên de-
gihîştibin hev piştî salan ez û te
çiya û berfa xwe
ezman û roja xwe
ax û barana xwe
û tu xwe xwe, ez xwe xwe
wer;heyfa salan ji mêraniya min derxe!
Û dialêsim der-dora lêvan
di nava diranan de gizrek gizrekî, libên tahmê
ekla te esmer î mê
jîn î tu
jin î tu
ya min î tu
hebe nebe dermanê mêraniya min î tu!