ziyanok bû bavê min jî
Ademê adem, sêvxwirê weke min
qewitî seba nefsê ew jî
ez ji milkekî, ew ji kolanên bihuştê!
horî ew e li bihuştê
perî ew e te dil xistê
perî ku bûbe gul-perî
êdî te dil daye mistê!
Arjen Arî
sêvekê dirêjî bavê min dikê
sêveke sor î miz
hinarkên wê mîna yê te qurmiz
spî spî, pembik pembik, xelatî
bi destê yê naletlêhatî
diqewite bavê min
bi dêya te re dibin rojhilatî!
Arjen Arî