Hebûn û nebûn, destpêk û bingeha her tiştî di van her du gotinan de veşartî ye. Jixwe hemû mirin pêşwext in. Mirov tu carî ji jiyanê têr nabe, tu tişt mirovan têr nake bilî axê. Ax maka zayînê ye, hemû bûnewer ji axê çê dibin û çê dibe lewra di dawiyê de her jîndar vedigerin rastiya xwe. Her kesê ku ev rastî fêhm kir, pejirand, di hişê xwe de bi cîh kir ew êdî mirinê natirse. Rê li her tiştî dibe lê li mirinê nabe ji bo wê zûtir an derengtir wê her were.
Evîna Merxasekî bi rastî romana evîn û mêrxasiyêye.Niviskar Ibrahim Osman wekî xwe jî eşkere kirî. Ev roman ne honake. Romana destana Dewrêşê Evdî ye.
Helbet gelek varyantên vê destanê hene, di nava gel de. Lê nivîskar siud ji hunermedê qedir bilind Baqiyê Xido girtiyê. Çirok çawa ku em hemu jî zanin ,evina bê miraz a Dewrêşê Evdî û Edûla Milî ye. Lê nivîskar şêwayek ew qas xweş vegotiye. Xwîner hij miraz dixwînîn.Di hurgiliyan de hêmanên çandî û civakî vegotin bêtir xweş dibe.Zimanekî baş vegotinek pir xurt. Vegotin ew qas di raya xwe de diherike. Xwenêr bê hemdê xwe dikeve wê erqa niviskar çêkiriye. Û devli wê (çirok, kesayetan,û buyerê) diherike.
Tekiliya di navbera eşirên Êzidî Misilman.Neheqiya eşîrên Misliman ê ku eşirê Êzidî dikin. Dek û dolabên dewleta Osmanî dikin yek jî mijara sereke ye. Dewleta Osmanî bê navber dike ku deshilatiyê bike. Zor Temir Paşayê Milî jî bi dek û dolaban dike ku lê bifilite. Lê tu serederî lê dernexê. Û hemû herem bin piya de diçe.
Dewrêşê Evdî û 12 hevalê xwe dibin cangorî
Evîna Mêrxasekîİbrahim Osman · Lis Yayınları · 200811 okunma
Ez Dewrêş hezdikim. Hemû tiştên ku min gotin,tev ji bo ku ez kaniya dilê xwe hişk bikim û birîna xwe derman bikim bun. Lê ez negihêştim merema xwe. Ez sondxwarî me, ku vê bedena xwe, porê xwe yê bihinene ji bilî Dewrêş li ser tu balgiyan re nedim cot.
_Tu ne lawê Evdiyê Milhim î? Heyama tu biçûk bûyî, min li dora te xêzik çêdikir , di nava xêzikê de dibu bahrebara te tu digîriyayî ,te vergeran ji min dikir, ji bo cardin xêzekê xera bikim, da ku tu jê derkevî.