Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ez E Yeki Bikujim

Firat Cewerî

Ez E Yeki Bikujim Gönderileri

Ez E Yeki Bikujim kitaplarını, Ez E Yeki Bikujim sözleri ve alıntılarını, Ez E Yeki Bikujim yazarlarını, Ez E Yeki Bikujim yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Niha li bajarê min, dengê zimanê min nayê guhê min.
Ez nizanim ez li benda çi, ew li benda kê ye. Lê jiyan diherike, ne li benda min, ne li benda wê ye.
192 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
·
25 saatte okudu
[Nûjenîyek Divê]
Firat Cewerî
Firat Cewerî
Ev pirtûka sêyem ya Firat Cewerî ku min xwendiye ye, cara ewil min bi çîrokên wî û romana "Li Mala Mîr Celadet Alî Bedirxan" re ew naskiribû vêga jî bi romaneke din ya wî re naskirina min û fikrên min ên li ser Cewerî pêştir ketiye. Ji aliyê sazkirin û bikaranîna zimanekî hoste, çîroka pirtûkê gelek hêja bû ji bo wêjeya Kurdî, heta dawîya pirtûkê min romanê bi meraqdarî, bi baldarî û bi lezet nava du rojan de qedand. Romaneke bi qelîte bû. Lê! Digel vana rexneyeke min heye çima piraniya nivîskarên me di çîrok û romanên xwe de bê rawestan cih didin mijara çîyê û serpêhatiyên şervanan. Nêrîna min ev e ku nivîskarên me yên Kurdînivîs êdî ji bo wêjeya Kurdî vê mijarê bi rengeke tarî bikar neyênin. Belê rastiyek ji jiyana Kurdan e ev mijar lê weke ku tu mijar nîne ji bo wêje, ez pir caran di wêjeya me de rastî vê bikaranînê têm û dilê min sar dibe. Gelek nivîskar vê mijarê bikartînin û ez dibêm ne tenê ez, gelek kes weke min adiz bûne û dixwazin nûjenîyek bibînin di vê yekê de. Temam ez zêde dûvdirêj nekim... :)
Ez E Yeki Bikujim
Ez E Yeki Bikujim
Ez ê yekî bikujim; di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psikolojiya wan, hêvî û armancên wan û behsa êş û xemgîniyên wan tê kirin. Ji aliyê din ve hin sebeb çawa dikarin bibin encamên trajedik, mirovên ku demekê bi îdealên mezin radibin çawa dikarin têkevin gerînekên melankolîk û tesadufên jiyanê mirov bi çi re rûbirû dike, bûye mijara romanê. Gelo wê kî, kê, ji bo çi bikuje? Ma qatil jî qurbanek e?
Ez E Yeki Bikujim
Ez E Yeki BikujimFirat Cewerî · Nüdem Yayınları · 201184 okunma
Reklam
Niha li bajarê min, dengê zimanê min nayê guhê min.
Me ê rûmet bida jinê. Jin ê di civata me de li cihê herî bilind bûya, kesî ê ji bo ku ew tenê jin e, nikaribûya zilm lê bikira. Bala xwe bide durûtiya civata me. Ew dikarin bi navê namûsê keça ku ji kezeba wî ye bikuje, ji aliyê din ve ji bo kêliyeke xweşiyê dikare tecawizî keçeke di temenê keça xwe de bike.
Reşiya kezeba min ne ji ber kişandina cixarê ye, divê hûn zanibin, ji ber kişandina derdê we ye. Ji ber durûtî û neduristiya we ye. Ji ber çavnebarî û dexesiya we ye. Ji ber neyartiya we ya bêmane û giravêtina we ya bêkêr e. Bila Strindberg gunehê xwe bi we bîne û bibêje "Mirov guneh in", ez jî zanim, hûn jî zanin, mirov zalim in, gurên hev in.
Reklam
Jiyan te ji êşê ber bi xemginiyê ji nişkê ve ber bi şahiyê û dîsa ber bi êşê ve davêje Gunnar Ekelöf (Ibn el-Erebi, Opus incertum, 1959)
214 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.