Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ez Û Min

Omer Dilsoz

Ez Û Min Sözleri ve Alıntıları

Ez Û Min sözleri ve alıntılarını, Ez Û Min kitap alıntılarını, Ez Û Min en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Her kes bi agirê nava xwe diçe gora xwe.
Sayfa 8
"Ji bîr neke, herkes senaryonivîsê jiyana xwe ye." (Unutma, herkes kendi hayatının senaristidir.)
Reklam
Ez çûm,
Erê, ya min teqez e, ez ê biçim. Bêyî ku planekê deynim ber xwe, bizanibim dê biçim kî derê û çi bikim, ez ê xwe berze bikim û bavêjim nav nediyariyekê. Ez ê hema li binê ko- dikê bidim û hey bi serê xwe biçim. Min qet dil nîne, hey ez dest nadim çi tiştê nav malê. Ez ê ji bilî tijî çantikeke milan cil û berg û pêdiviyên bingehîn, dest nedim zilkeke şiqatê ji... Eve ez diçim û hemû kulên xwe jî diavêjim parzûnka dilê xwe... Ev e ez çûm, bi xatrê we... Bi xatrê te xewê!
Sayfa 58
Heke jin tune be, mal jî tune ye, war jî ava nabe û zilam dê jiyaneke hoveber bijîn. Ji ber hindê têkiliya jin û kelûpelan, amûr û amanan, tevn û rîsan, neqş û xemlan têkiliyeke ge- lekî şidiyayî ye û di kodên jêrhişa kultûrî ya civakan de xwe dî nexşeyên kifş û zil in. Çand bi jinê tê kifşê û çand bi jinê dikemile. Ji ber hindê serdarên rastîn ên jiyana şarevaniyê jin in.
Sayfa 44
xirabî jî tarîtî û zindana me ye.
"Yaran! Ez jî gelek caran giraniya vê zindana xwe ya 'derve' gelekî tûj hest dikim. Rojên wisa çê- dibin ku ez difetisim, li erd û asîmanan de hilnayêm; dixwa- zim birevim lê birevim ku, dixwazin biqîrim, hindi ku deng heye hemûyê bi yek nefesê ji nava xwe biverişim, lê çawa? Pirs tên bi pirsê dialiqin û ez di zindana xwe de bêgav û bê- çare dimînim. Hesteke gelekî tal e ev bêçaretî. Îja, ez demên weha xwe diavêjim kuçe û kolanan û bêhna xwe li ber nexweşxaneyan vedidim. Li pîr û kalekî digerim. Yekî/a bê- kes, pêdiviya wî/ê bi alîkariyê hebe; radihêjim çingilên wî/ê û danekî roja xwe pê re diborînim û çi mirada wî/ê hebe bi cih tînim. Ha, ne ku ez rehmê li wan dikim, na! A rastîn, ew rehmê gel min dikin. Ew min ji qeyd û bendan xilas dikin û ez ji barê xwe difilitim. Yaran, xweşewîstan! Qencî, di nava me de aliyê me yê ronî ye; xirabî jî tarîtî û zindana me ye."
Sayfa 42
Ava herikbar şêlo nabe; şêlo bûbe jî gemar nabe. Ew ehlên dilî jî wisa ne, çi bûbe jî ew her zelal in, her pak û paqij... Lê her kes nikare bibe ehlê dili. Ji bo wê ji berra dil divê, dileki leha. Lazim e dil bikemile, seqa bigi- re; di çembera agirîn re derbas bûbe, tafî bibe, safi bibe, di agirê sebrê de bipije, di îşka eşqê de berheliste bibe, hêvênê xwe bigire da ku dil bibe dil, da ku ji dil vedin gul."
Sayfa 7
Reklam
A rastî, her kesê 'kesek ji bal xwe ve çêdikir' û dianîn ku ez bibim ew kes! Navê vê datanîn guherîn. Ma guherîn weha ye! Îja guherîn pehh!
Sayfa 12
Her ku mirov xwe dinase, jiyanê dinase û pê re wateyê didê. Ji ber hindê, her ku mirov bi xwe dihese û xwe dibîne, pê dihese ku mirov a rastîn li çu war û nişînan hilnayê, hemûevrazî û nişîviyên cîhanê, li ber mirovî çend gaz û bihost in.
Sayfa 53
Stres kurmekî jehrînê hişê mirov e, heke neyê kewandin û berbendkirin, her roj xweziyekê ji nava mirovî dimije û dixwe.
Sayfa 54
Gelî xweşewîstan! Zindana herî mezin bêfikrî ye.
Sayfa 41
Reklam
Bêdem û bêdeng bihêle û biçe.
Sayfa 37
Mirov tim dixwaze di nîvekekê de be û li wir parasti be.
Sayfa 40
"Nabêjim bi xatrê te! Çimkî ez neçûme ji te!"
Kadın..
"Heke jin tune be, mal ji tune ye." (Eğer kadın yoksa, yuva da yoktur.)
"Zindana herî mezin bêfikrî ye." "En büyük zindan, düşüncesizliktir."
49 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.