Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ez Û Min

Omer Dilsoz

Sayfa Sayısına Göre Ez Û Min Sözleri ve Alıntıları

Sayfa Sayısına Göre Ez Û Min sözleri ve alıntılarını, sayfa sayısına göre Ez Û Min kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ava herikbar şêlo nabe; şêlo bûbe jî gemar nabe. Ew ehlên dilî jî wisa ne, çi bûbe jî ew her zelal in, her pak û paqij... Lê her kes nikare bibe ehlê dili. Ji bo wê ji berra dil divê, dileki leha. Lazim e dil bikemile, seqa bigi- re; di çembera agirîn re derbas bûbe, tafî bibe, safi bibe, di agirê sebrê de bipije, di îşka eşqê de berheliste bibe, hêvênê xwe bigire da ku dil bibe dil, da ku ji dil vedin gul."
Sayfa 7
Her kes bi agirê nava xwe diçe gora xwe.
Sayfa 8
Reklam
A rastî, her kesê 'kesek ji bal xwe ve çêdikir' û dianîn ku ez bibim ew kes! Navê vê datanîn guherîn. Ma guherîn weha ye! Îja guherîn pehh!
Sayfa 12
Belkî ez tenê hîçek bim, hem jî hîçekî mezin. Hiç û pûç. Erê wele! We tevan bi yekdestî ez kirim hîçekî ji dera hanê; dexisandim, xezikandim, perçiqandim, hêvî lê çilmisandin, xwezî lê tal kirin, dinya li ber çavan sar kirin û ez avêtim vê zindana xewê. Dikim nakim neşên çavên xwe vekim. Xewa ku bi salan bû zîzê van çavan, weke ku bi carekê de heyfa salan hilde, rijiya rijiya rijiya... Neşêm çavên xwe vekim, ka ji vê biwêdetir bêjim çi!
Sayfa 14
Ahe! Dîsa dixişe dîmenek ji ber perdeya çavan: Reş reş reş... tarî tarî... niqit niqit dilopên reş têne xwarê. Waweylooooo!
Sayfa 15
Xasma 'ez'ek hebûm, ji 'wan'ên ku we dixwest bibimê wêdetir û heta bêjî xweser! Lê niha xewser û xwelîser!..
Sayfa 15
Reklam
Ew warek e û tu jî niştecihê wî warî yî. A rastî her kes di heman demê de, di dinyaya xwe ya navxweyî de xwedanê warekî xweser e. Jixwe karekter weha ava dibe.
Sayfa 15
Av jî tî dimîne..
vê gerê ne, gerek dî dilopek av digindire tî av nakeve nava du dilên tî... av jî tî dimîne av jî tî...
Sayfa 17
Yaro, derdê min ne yar e, di siya evînekê de li xwe digerim. Yar hincet e, evîn bo min mebest e.
Sayfa 20
Her ku xweziya nava mirovî weke pifdanka derzlêketi hêdîka diçise, rengê rûyê mirovî jî pê re dadigere ser rengê xweliyê.
Sayfa 23
30 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.