Belkî Kurd bi xwendina wan berheman zana dibin, hişyar dibin û pê ronî dibin, lê ji ber ku zimanê biyaniyê Kurdan e, ew ne malê Kurdan e. Ji ber vê gelek dibêjin, Ahmed Arif Kurd e, Fuzûlî Kurd e, Yaşar Kemal Kurd e, nizanim kîjan nivîskar Kurd e. Divê berhemên wan ji wêjeya Kurdî bên jimartin, lê ez bi xwe ve rayê napejirînim.