Êvaran dema ez ji qahwexanê
vedigeriyam malê, Rojbîna min dihat pêşiya
min û digot:
— Bavo ka te ji min re çi anî. Weke her car
dilê min dişewitî, kizinî jinava min dihat,
tenê min digot:
— Min îro ji bîr kir, ez ê sibê ji keça xwe ra bînim.
Rojbîna min ketibû sala sisiyan, wê hîn nizanî
bû ko bê peretî çi ye û çilo ye. Dema min ji wê
re bigota ko pereyê min tune ne, wê dikarîbû
ji hinên din re bigota ko
» Pereyên bavê min
tune ne loma ji min re şekir nakire«
...