Gardiyan

Bûbê Eser

En Yeni Gardiyan Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Gardiyan sözleri ve alıntılarını, en yeni Gardiyan kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Em baş dizanin ko fermana filan, ji alî dewleta tirkan de hate dayîn, hin kurdên misilman û nezan, ji bona çend quruş pere, an jî ji bo ko ew ê herin cennetê em dikuştin, dema wan em dikuştin kêfa dijmin bêtir dihat ko em ê xwe bi xwe rabin hev, em ê hevûdu bikujin, bizrê dijminatiyê wê têketa nava me kurdan xwe bi xwe. Çiqa dînê me cûda be jî, em hemû kurd in, welatê me Kurdistan e.
Ma gelo rewşên weha wê heta kengî dom bike, em mirovên nezan, gelo heta kengî em ê bêne xapandin.
Sayfa 125Kitabı okudu
Reklam
Beko hebin li hemberî wan yekitî besî her tişt dibe dêmek
Di vir de me çi kir û çi nekir, me nikarîbû nakokî têxista nava wan. Ew weha bi hev hatibûn girêdan ko aqilê mirovan nedigihiştê. Ji hev hez dikirin, li hev guhdarî dikirin. Em jî êdî li wan heyirî bûn, me ne dizanî ko em ê çawa bikin
Sayfa 105Kitabı okudu
"lê wî kesî, xwenda û zana ji min re digot »ez cahil û nezan im« di rastiya xwe de wî ev ji min re digot, lê ma kê ev gotara wî fam dikir, ji ber yê »cahil û nezan« ez bi xwe bûm."
Sayfa 103Kitabı okudu
"Yûzbaşiyê me, ji me re digot: »Kurên min we firset bi dest xistiye, hûn çi dikin bikin. Pêwîst e ko hûn van girtiyan bikin welatperwerên tirk. Hûn wan bikin tirkên baş, damarên wan î qels bigirin ko êdî ew bibin mirovên baş û hevalên xwe yên derve bidin dest. Lê tu carî ev merama yûzbaşiyê me pêk nehat, ne ew bûn tirk û welatperwerên tirkan û ne jî tucarî serîhildan û berxwedan ji wê girtîgehê rabû."
Ji devê gardîyan, li ser hefsa Dîyarbekrê:
"Roj bi roj, saet bi saet tade û işkencên me dianî serê wan zêde dibûn. Her rojekê babet babet şiklê lêdanê dihate dîtin, her saet jî şiklekî nû dihate ceribandin."
Reklam
20 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.