Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

Gerdeniya Gewherî

Mela Ehmede Zivingi

En Yeni Gerdeniya Gewherî İletileri

En Yeni Gerdeniya Gewherî iletilerini, en yeni Gerdeniya Gewherî okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Kû van letîfan gul'izar şûna gulan restîne xar Lew tên ji bilbul ah û zar nêva cihê gulzarê çerx Şîrove: Ka ew bedewên nazik î çehregul li kû ne, ku li şûna gulan strî şîn bûne û ji ber vê jî di nav baxçeyê gulan yê çerxa felekê de axîn û zarîna bilbulê evîndar e. Melayê Cizîrî Jêrenot Kû: li kû Letîf: nazik û bedew Gul'îzar: çehregul, gulçehre Restîne: şînbûne, çêbûne Xar: strîn, dirî Ah û zar: axîn û zarîn Gulzar: baxçeyê gulan, gulbaxçe Çerx: dinya
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Xema Işqê Perihtim Ez ... Esîr im lerze û tavê ne taqet vê ne perwa vê Di hebsa wê qe min navê bikim firyad û efxanê Mi navêt' ez bi firyad kim
Reklam
Şefeq da sîmîendamê ji bala pertewek nûrê Bigir ayîneya camê ji destê mest û mexmûrê Tu carek guh de peyxamê ji dengê 'ûd û tenbûrê Mîr Îmaddedînê Hekarî (Sebûrî)
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Ne ku wek teyr ji mujên te bibarin peykan Ji birînên di dilê şubhetê xerbal-i çi hez Kurtemane: Ger sertîrên(peykanên) ku weke refên tilûran li dilê me bên reşandin ne ji bijangên(mujên) te bin, çi para me di birînên wî dilê weke bêjingê(xerbalê) qulqulkî de heye? Melayê Cizîrî Jêrenot: Teyr: refê tilûran, refê balindeyan Muj/muje: bijang, mijûlank Peykan: tîr, sertîr Şubhet: mîna, weke, fena Xerbal: bêjing, moxil
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
100. XEMA 'IŞQÊ PERIHTIM EZ Xema 'işqê perihtim ez hebîba xemrevîn kanê Seraser têk behîtim ez ji derdê ferq û hicranê Encama maneyê: Xem û kederên evîn û bengîtiyê dil û hinavên min peritandin, gelo ew dildara xemrevîn ya ku jana cudahiya wê û agirê dûriya jê ji ser heya pê seranser ez helandim ka ye? Jixwe sedemê vê êş û rencê hemî ew e bila were van kul û keser û azaran ji ser dil û kezebê rake da ew sax bibin. Firaqa dilbera rind e behîtim herwekî find e Musilmanek di rê min de xeber bit balê sultanê Encama maneyê: Cudahiya dilbera rind î şepal û dûriya jê ez weke momê helandim û tune kirim, ma qey gelo mirovekî misilman nîne ku ji ber min ve biçe û vê rewşa min ya ku ez tê de ji ber vê evînê dişewitim û dihelim diçim, pêşkêşî siltana desthilatdar û dildara fermanrewa bike. Hêvî ji Xwedê belkî gunehê wê bi min bê, dilê wê li min biêşe, li min vebe û ji bo vê dûrî û cudahiya ewqas dirêj mihrîvanî li min bike. Melayê Cizîrî Jêrenot: Perihtim: peritandim, şewitandim Behîtim: helandim Ferq: cudahî Firaq: Dûrketin. Dûrketina ji yarê. Rind: xweşik î nazik Find: mom
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Yaqûtîfiroşan di kef elmas-i şikestin Ev sefheyê elmasî ku neqqaşî reqem da Encama maneyê: Gava Xwedê rûyê dildarê yê wek elmaseke spî û paqij bi nexş û nimûş gerand û bi çav û birûyan, bi dêmên sipehî û yên din ediland, hingê bihayê kevirên yaqûtî di destên yaqûtfiroşan de daket û ji ber wê rûyê rind î bedew, bê rewac man. Melayê Cizîrî
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Reklam
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be‘îd ‘Îd e û da ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am Mahê new ebrû numandin çû ji ber ‘ewr û xemam ‘Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz Wek Melê gavek tinê xayib ji dîdarê nebim Wer bibim wê sa'etê lê bin ji min da sed selam Melayê Cizîrî Jêrenot Be‘îd: dûr Menzil: qonax Xas û 'am: giregir û xelk Mahê new: heyva nû Xayib: winda
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Me ji bil husn û cemalê çi xerez Bê cemalê ji peyalê çi xerez Ger ne teşbîhê du birhên te bitin Me di 'îdan bi hîlalê çi xerez ... Qestê wehdet dikirit rûh-i bi rûh We 'r ne 'aşiq ji wisalê çi xerez
15. Ger Ji Wê Horîsiriştê ... Yar-i dê hakim bitin qewlê reqîban guh nekit Şahê mulkê dilberê dê fa'ilek muxtar-i bit Kurtemane: Ew evîndara ku dadires û karbidestê giştî ye divê guh nede gotinên fizûl û fesadan, çunkî divê serwerê welatê evînê kirdigarekî azad î bêferwer be. Dil bi zulmê nasojî xenc û xet û xal in di dil Xeyirxwahên
Leşkerê 'alem meger yekser te dijmin bin Mela Xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit Kurtemane: Ey "Mela" ger ku dildara te bi te re dost û yar û rast be leşkerê temamê cihanê neyarê te be jî dîsa bi qandî yek mûyekî jî xem nake û tu çu minet jî ji wan hilnayinî. Encama maneyê: Ey "Mela" erke sipah û leşkerên cihanê giş neyarê te bin jî bes evîndara te bi dil û can ji te hez bike û bi te re rast û dost be, hingê tu xem û kul ji te re çênabin, bi qandî yek mûyekî jî tirs û bizd nakeve dilê te û tu çi minetan ji wan hilnaynî. Melayê Cizîrî
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Reklam
Kes bi dada me nepirsit gilleh û dad-i çi kit Te nebit dadiresek beyhude feryadê çi kit Kurtemane: Dema kes li gilî û gazinên me nepirse û guhdarî wan neke ew bi kêrî çi tên û karin çi bikin? Çunkî gava cihekî gilîkirinê û dadgêrek tunebe hingê nalîn û qêrîn tewş û bêfêde ne. Encama maneyê: Gava kesekî ku li gilî û gazinên me bipirse û li wan guhdarî bike tunebe wê ew bi tena serê xwe çi bikin û bi kêrî çi bên? Jixwe dema dadiresekî (dadgêrekî) ku gilî û gazinên te bigihên cem û hewarbirekî ku bê hawara gazî û qarînên te tunebe hingê ew gazî û qarînên vala dê bikêrî çi bên? Yanî hêviya ji wan vala ye. Melayê Cizîrî Jêrenot: Dad: gilî û gazin, hawar, 'edalet, dadmendî Gilleh: gilî, şikayet, gazin Dadires: ji "dad" (gilî) û "res" (gihayî) pêk hatiye ku mebest jê dadgêr û hakimê 'adil e. Beyhude/beyhûde: bêkêr, bêfêde #Kurdistan💔Mereş #erdhejî #earthquake
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Ev narê sîqala dil e daîm li wê qala dil e Newroz û sersala dil e weqtê hilêtin ew sîrac Kurtemane: Ev agirê han dil hêsû dike û wî timî dixe nav xirecir û qirên û behs û qalekê, lê gava çiraya wî vêdikeve jî hingê jê re dibe sersal û Newroz. Encama maneyê: Ev agirê ku min berê got yê evînê ye, ew dil sîqal dike û wî ji qirêj û gemarê paqij dike û dişo. Bi wî agirî re hertim dil bi dilên dildarên din re di xirecir û kefteleftekê de ye da ew wî agirî ji wan bistîne. Lêbelê gava çiraya wî agirî vêkeve û alava xwe bide ser dil hingê ji kêf û şahiya tîrêjên wê rohniyê ew jê re dibe weke cejna Newroz û sersalê. Melayê Cizîrî
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Ger ne teşbîhê du birhên te bitin Me di 'îdan bi hîlalê çi xerez Encama maneyê: Ey evîndara min ger heyva êvara cejnê ne weke birûyên te kevankî û narîn be çi mebesta (xerez) me pê heye ku em êvarên cejnan ji bo dîtina wê çavnêrî bikin? Na nîne, lewra tekane sedemê çavgerîna me li hîlalê ji ber mînandina wê bi birûyên te ye, ger na tu carî em çavnêriya wê nakin û lê nagerin. Melayê Cizîrî Jêrenot Teşbîh: mîna, weke Birh: birû 'Îd: cejn Hîlal: heyva nûderketî, hîva nû Xerez: mebest
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Rind î bi xwe qend î we şêrîn î we şepal î Qenc î û bi xenc î û bi naz î û delal î Mehbûbê li text î û bi rext î bi xwe bext î 'Umrê te me ra bit sed û deh salê hilalî Melayê Cizîrî xenc: xwe delalî kirin, naz qend: şekira lib lib
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
Keyber reşandin bêhisab misrî ku dan sîqal û tab Sed Rostem û Efrasiyab kuştin li wan ker kir cesed Encama maneyê: Gava dildaran rim avêt û bêhejmar tîrên devpehn reşandin(ji birûyan), pê re jî bi şûrên sîqalkirî û çirisandî(ji çavan) êrişî ser kes û komên wan kirin hingê bi sedan pêlewanên evînê yên mîna Rostemê Zal navdar hatin kuştin û bi sedan jî şahên evînê yên mîna şahê mezin Efrasiyab têk çûn û laşên wan bi wan tîr û şûran perçe bûn û bûne parî parî. Mebest ji tîran ew îşaretên nazik yên birûyan in û bi şûran jî awirên tûj yên çavan in. Melayê Cizîrî Jêrenot Keyber: tîrên pehn weke kêran, mebest jê îşaretên nazik yên birûyan in. Misrî: şûrê misrî, mebest jê awirên tûj yên çavan in. Siqal dan/siqal kirin: cîla kirin, zeng jê birin, mehek kirin, çirisandin Tab: rohnî, tîrêj, şewq
Gerdeniya Gewherî
Gerdeniya Gewherî
29 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.