1- Cara pêşîn, serhildanek netewî di bin rêxistinek hevdem da hatiye sazkirinê û her wiha cara yekem li ser stratejiya "Şoreşa Demokratîk û Neteweyî", bernameya xwe ava kiriye.
2- Cara yekem Serhildana Agiriyê da ligel axa, şêx û begên bajarî, rewşenbîrên leşker û sivîl bi xurtî cîh girt. (Xoybûn)
3- Cara pêşîn, li Agiriyê ordiyeke bi kincên leşkerî, bi rutbe-nîşan û bi usûla leşkerî perwerdebûyî hebû.
4- "Konseya Şerê Agirî" hat damezirandin. Ev konsey, wek Parlementoyê dixebitî.
5- Di dîroka Kurdan da cara yekemîn, Kurda usûla gerîlatî bi kar anî.
6- Jinên Kurdan cara pêşîn, raste rast tevî şer bûn.
7- Cara pêşîn, alek netewî û sirûdek neteweyî hat bikaranînê. Navê vê alê "Ala serxwebûnê" û navê sirûdê "Agirî" ye. (Bi dengê
Brader Musiki sirûda Agirî: youtu.be/S6kiYW2HRU4 )
8- Xoybûn, ne tenê ji aliyê şervanî, her wiha ji aliyê jiyana civakî û burokrasî va jî xebitî. Serokkomar, walî, qeymeqam û hwd. hatin hilbijartinê.
9- Dadgeha netewî hat damezirandinê.
10- Ji bo ku yekîtî û ruhiyeta netewî ya li nav Kurdan bişkê, dewleta tirk gelek caran efûya giştî derxist.
11- Dewleta tirk cara yekem bi fîloya firokan(52 firok); gund, mal, kon, daristan, meriv, heywan, merg û zeviyên Kurdan gulebaran kir.
12- Dewleta tirk cara yekem tîmên taybetî şandiye serê Kurdan. Ew tîmên taybetî, Geliyê Zîla/Zîlan'da bi hezaran Kurdên sivîl kuştin.
Çavkanî: