Hez dikim tiliyên min
li ser rûyê te bigerin
û şeraba dilxweşiyê vexwin em
ji çavên hev.
Bila çûkên berfê
deynin ser porê me
pirpirîk li me bihewin
em jî li armancên hev...
xwe li awirên wê yên dostanî digrim,
bêdeng "Em bêarê jiyanê bûn,
Pir li evînan geriyan cana min"
dibêjim hêdîka...
Levên helalî bel dibin
li behara rûyê wê
agirê çavan geş dibe
dibeșișe...
Pași jî çenteyê xwe
ku mala wê ya hemî zemanan e
rojaneya çiyayê hişmend derdixe
û ditewe bi ser nepeniya
evînên giran
ku derdê wê bi xwe ye jî...
di nav kolanên dilên wan re
bihuriye
tofanek ji agirê evînê
di șeveqên zivistanê de
di nav giyanên koçberkiri re.
neha di serșoka êtûnên êgir de
qelizîne
li ber neynika rûyê hev
porê xwe şeh dikin
ez jî li awirên çavên Xezalî
ku her zerka çavekî elmasek e
dinêrim
nêrîna van çavên ku asoya wan
evineke bargiran e
zemt dikim...
pașê siwar dibim
li ser pișta hespê rehwan
yê ji bagera sor
û dikevim lêgerîna cewherê xwe
yê ku wê tim
fanosa nava min be...
ma ku çav bigîhêjin hev
dê cîhan firehtir nebe?
ji hevşabûna destan
dê kulîlk û kevok newelidin?
xwina kolanan
hînî zêmaran bû,
bi kurdi li singa xwe dide
û tenê ji bo erzanbûna xwe digirî..
ma îcar dê çawan
nehilçenin zarok
di xewnên xwe de?
û wê çima lal nebin
di nîveka leyistikan de,
hitikên ku ji dengê teyaran dibehitin?
lewra aşitî
hîna nebûye nexweșiya vebayê,
û rihê gulê
û negiștiye ber deriye
hemî dilan..
Çiqas diyên me
dehe deh hitikan biwelidînin jî,
nobedarên desthilatdaran
ji nasnameyên me pirtir,
dîsa hejmara gulleyan
ji salên zarokên me zêdetirin...