Alê kurdan di nav rok
Çi bedew û biheybet
Bi çar reng î, rengên te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav spî û nîvek zer
Keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor
Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandar î tu!
Sal û hîv herdem tu î, hem rojevîn hem rohilat,
Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me,
Gevre ye hêvîn û jin, lê gevretir al û welat!.
Zman jî wek her tiştî li hev dixin, neqeba wan nîne, di şerî de ne. Ji ber ku her zman dil dike mezintir bibe hawîdorên xwe veke, bikevin lêvê nû, serên nû. Ev yek. Jû pêvê zman dixwazin, zmanên din bikujin û bikevin şûna wan.
Diroka dinê ji me re dide zanîn ji heta niho gelek zmanên dinê hatine kûştin. Ji wan zmanan re 'Zmanên mirî' dibêjin.