En Eski Hesret Defter Hemu Berhem kitaplarını, en eski Hesret Defter Hemu Berhem sözleri ve alıntılarını, en eski Hesret Defter Hemu Berhem yazarlarını, en eski Hesret Defter Hemu Berhem yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Dibe ku rojekê Kurdistana mezin vebe,
Bavikê te yê hesret di dil de lê tunebe.
Bila hingê lingê te bi hesreta min,
Bigere li nav ax û topraxa cimeeta min.
Fêrîkê Ûsiv
Keskesora rengê te me,
Hey tu roj û tava min,
Bedew û qeşengê te me,
Ay, ronahiya çavê min.
Beyt li min têne dor bi dorê
Aşiq ez im, tu yî kan, -
Her heft rengên keskesorê
Tên ji pencên tava can.
Ay, ro binihêr wê qirqişî,
Keskesorê girt kevan,
Ken li dêmên te neqişî:
Bûm dengbêjê wan çavan.
Feqet, ro çû pişt wî tetî,
Rengên keskesorê çûn,
Lê tu çûyî, ji min bi dûr ketî,
Ax, beytên min hê gurr bûn.