Mala minê yên me, hesin û agir dîsa dê bibarin ser serê wan.
Kurdî
Şanonameya C.Elî Bedirxan- Hevind
Way li min,way li min,porkurê ax û ez ê Serwero! Serwero! Serwerê qewmekî Şehîdê, bilind î,şehîdê Bihuştê Li te xist ne bi çav berikê korekî Serwer î,geram î ax li me way ez ê Bextreşê dayikê! Dotmamê porkurê Reşa xwe girêdin,Serwer çû gorinê Lê bêyî! Rebenê! Dotmama xwelîser Lê bigrî! Lê bigrî,delal î! Torin î Way li min, way li min porkurê ax ezê
Sayfa 9·Kitabı okudu
Alıntı
Reklam
Em bira ne tevde kurd in Enîbilind serevraz Cihên me ne şehar,zinar Em êlo ne, teyrê baz Welatê me dêya me ye Em tev jê re gorî ne Hişyar bûne herçî kurd in Demên tarî borîne
Kurdî
BIJÎSK:(Li dora xwe li keçikan dinihêre. Radihêje tivinga kuştiyekî) Ez ko dizanim birînan derman bikim divêt bizanim birînan jî vekim.
QEŞEM: ( Ji Menîjê re) xwezî em keç nebiwana. MENÎJE: Ma hingê em ev çend bi van ve girêdayî dibûn JINEK: Hûn keç nebiwana, em jin nebiwana kê camêrên ha dianîn QEŞEM: Yên ko anîne. JINEK: Yên ko anîn an mirine an nema ditînin, divêt sibe hûn ji bona dusibê bînin. MENÎJE: Yadê dev ji me berde.
Reklam