“Wexta te lê dixist
û tu diçûyî
min dixwest
ji kûrkûra dengê giriyê xwe
Stranekê ji te re çêkim...”
“Çekip gittiğin vakit,
İsterdim ki işleyişlerimden
Senin için bir türkü yapayım.”
Hilnayêm Janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha...!
--------------------------------------
Sığamıyorum Janya
sığamıyorum evi yıkılasıca
mezarlara sığamıyorum artık anla...!
lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
ez hêmayeke heyama hewaran,
di herban de nîşangeha riman
serî gog, çav xar, zikçirîyayî
fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî! ...
a ku li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê min e... dengê min diêşe, wiha bi sewteke berz û peritî min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te... çir-rek şiîr didoşim ji ewrên spîboz ji bo çivîkên çavên te... xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihebanda... xwezî berxê ji xeynî te bi ti fikaran min tehma hişê xwe xera ne kira... bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigeranda... di nav şaneşînên nêrgiz û nesrînan de min devê te bikira zindana zimanê xwe...