Rênas Jiyan’ın şiirleri damarlarımda dolaşıyor, ruhumu lime lime ediyor..
ji xewnên bêxwedî xeyîdîme, pekiyame û hatime janya,
ji nalînên min re vokalîstiyê bike
(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)
Ji wê şeva bi şewbê
bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê
çend xarên mın wendabûne li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdû naşkê
hebhinarkê! ..
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê