Kulîlka Evîna Bêdeng sözleri ve alıntılarını, Kulîlka Evîna Bêdeng kitap alıntılarını, Kulîlka Evîna Bêdeng en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Rûniştî me li şibakê
Li hilatina rojê diseyirim
Ez li şibakê û ro li şibakê
Dil ji min dûr li nik te
----------
Camda oturmuşum
Güneşin doğuşunu seyrediyorum
Ben cama, güneş cama
Kalp benden uzak senin yanında
Herin li benda min nemînin
Ez kevoka baskbibar im
Li ser baskên min
Barê evînê heye
Ez nikarim bifirim
Herin li benda min nemînin
Ez kevoka baskbibar im
Kulîlka Evîna Bêdeng i
Ti gotin û peyv nikarin
Evîna te bi lêv bikin
Ji wê yekê bi hilatina rojê re
Radihijime teşiya xwe
Û li derê kon disekinim
Heyanî ro diçe ava
Gotin û peyvan
Ku nikarim bi lêv bikim
Li teşiya wxe dirêsim.