Kulîlka Evîna Bêdeng sözleri ve alıntılarını, Kulîlka Evîna Bêdeng kitap alıntılarını, Kulîlka Evîna Bêdeng en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Eşq û evîna te
Di zeviya dilê min de
Mînanî tovê genim e
Her heba genimekî heft simbile
Her simbilekî sed genim e
----
Aşkın ve sevdan
Gönlümün tarlasında
Buğday tohumuna benzer
Nasıl ki bir buğday yedi sümbülse
Her sümbül de yüz buğdaydır.
Kulîlka Evîna Bêdeng i
Ti gotin û peyv nikarin
Evîna te bi lêv bikin
Ji wê yekê bi hilatina rojê re
Radihijime teşiya xwe
Û li derê kon disekinim
Heyanî ro diçe ava
Gotin û peyvan
Ku nikarim bi lêv bikim
Li teşiya wxe dirêsim.
Xweziya ez kevokek
Bi per û bask bûma
Per û baskên min
Ji layê Xweda ve
Ber bi ba bûna
Helîna dilê min
Li nav dilê asîman li rex hîvê
Û li nav stêrkan bûna
Ez ji dilê biyan
Ji dinya fanî û derewîn
Bê haydar bûma
Eşk û evîna te
Di zeviya dilê min de
Mînanî tovê genim e
Her heba genimekî heft simbile e
Her simbilekî sed genim e
Jê cudahiyek heye
Genim salê carekê
Li bihara şîn dibe
Lê bi eşq û evîna te
Li dilê Kevoka bask şikestî
Her tim bihar e