Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan

Firat Cewerî

Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan Gönderileri

Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan kitaplarını, Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan sözleri ve alıntılarını, Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan yazarlarını, Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Rojin hene li me tarî ye, roja me girtiye. Lê em bi ruhnahiya dilên xwe hawîrdora xwe dibînin.
Sayfa 103Kitabı okudu
"... Zilamek dikare zimanekî xelas bike, ji mirinê vejîne."
Sayfa 27 - Waşanên AvaKitabı okudu
Reklam
Xorto! Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengê bi deng û pêjnê temirîye. Tu her bixebite, qet mesekine, karê xwe bi ser xe. Dengê te ko ji pifkirinê natirse ew ê her bilintir, çira te ko bi pêjnê nalerize ew ê her geştir bibe.
Herçî ko bi te re berberiyê dê bikin ji te bêtir in. Ji xwe di dewra gelekî de stirî bi hezarî ne.
Mîna hinek xizmên me...
+Gelo ger ez di xebata xwe de bişemitim û bikevim, ew ê destê alîkariyê dirêjî min nekin? -Heke di riya xebata xwe de şemitî û ketî, tu zanî ew ê çi bikin. Mebêje ko ew ê bên bi destê te bigirin, birînên te derman bikin. Na, ew ê ji hev du bipirsin, gelo lingê wî neşikiyaye.
Reklam
Lê tu metirse. Ew nizanin ko avên erdê bi ziwakirina pingavên ruyê erdê naçike. Dîsan nizanin ko kurd ne avzêm in, kanî ne. Bi dagirtina çem û rûbar bête girtin jî serê kaniyê nayê. Ew dizê û di ber bendan de dipingire, rojekê li wan tête hev di ser wan re diherike û wan di bin pêlên xwe de hildiweşîne.
Çarnikar girtiye. Di aliyên rojhilat, rojava û nîvro de sê miletên din hene. Çav û guhên xwe bel kirine li te difikirin. Lê ne ji bona qenciyê. Hersê jî dijminên te ne.
Şevin hene xew li me diçit, lê em di hişyarî û di ramana armanca xwe de canên xwe divesihînin.
Rojin hene li me tarî ye, roja me girtiye.Lê em bi ruhnahiya dilên xwe hawîrdora xwe dibînin.
Reklam
+Hilweşandina stûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye. Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin. -Ger mirov nikaribe bi xwe çêke... +Heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ko ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan bide, wan bipesinîne.
Axayên derewîn.
Berê pêşîn tu ê bêxî serê xwe ko tu xulamê milet û paleyê welatê xwe yî tu ê xizmeta wî bikî û ji bona wî bixebitî. Dîsan tu ê bizanî ko axayên rastîn ew in ko xulamiya miletê xwe dikin, ên din tevda axayên derewîn in.
Armanc-Yekîtî
Armanca te li ber te sekinî ye. Di şeklê mirovekî de ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, paruhan hertiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berpaş diçit. Laş di cihê xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî pas. Ji ber ko ji aliyekî pêş ve, ji aliyê din paş ve tête kişandin. Tu zanî çira xorto? Çira mamoste?... Lewma ko herdu ling ne yek in. Navbera wan de yekîtî nîne. Divêt, tu bixebitî van herdu lingan bi aliyekî ve bilivînî.
FİRAT CEWERÎ: Mamoste, tu dikarî ji kerema xwe re hebekî min bi min bidî naskirin. Gelo ez kî me? Kurd kî ne? MIR CELADET ALI BEDIR-XAN:Xorto! Tu çîlê miletekî kevn, nijadekî mezin î. Pêşiyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurê kurdan, neviyê Medan, dahatiyê Ariyan î... FİRAT CEWERÎ: Bi destûra te be ez di xwazim di vir de peyva te bibirim. Tu evqas pesnê min û nijadê min didi. Ma tu nabînî bê em di çi rewşê de ne? MIR CELADET ALI BEDIR-XAN:Lê îro ne tu yî, dîlê, reben û belengaz, jar û qels, dewletek î û bindest î.
Çîrokek
MIR CELADET ALI BEDIR-XAN: Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti bûn bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û stemkarî lê diki- rin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya. FİRAT CEWERÎ: Çawan? Yani wan nizanîbûn ku ew bindest in? Ma kesî ku ew şiyar bikirana tune bûn? MIR CELADET ALI BEDIR-XAN:Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bindest rabû. Pîr li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. FİRAT CEWERÎ: Nexweşiya wî çi bû mamoste? Mebêje ku ew jî mîna kurdan bêî ziman û alfabeyeke yekgirtî bûn? MIR CELADET ALI BEDIR-XAN:Rabû elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: "Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêt pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda nekiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zîndana wî di destê wî de ye. Belê, zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi zimanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê hon ê bi xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin".
170 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.