Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Lîstîkên Tomerî

Mîrza Metîn
Sê lîstikên şanoyê yên Mîrza Metîn; Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî û Gor bi hev re di kitebekê de kom bûn û bi navê “Lîstikên Tomerî” çap bûn. Di pêşgotina berhemê de Berfîn Zenderlîoğlu wiha dinivîse: “Di wan her sê lîstikan de jî nivîskar wêneya rûbirû mayina mekanîzmaya ku însan xwe dike mehkûmê xwe dikêşîne. Hêma û metaforên ku bi kar tîne, mekanên ku ava dike (sê lîstik jî yek mekan in), lîstina bi zimên re, tekiliya wî ya bi zimanê gelerî û dengbêj û çîrokbêjan; hînbûna wî ya kurmancî (di 15-16 saliya xwe de dest bi hînbûna kurmancî dike û di 21 saliya xwe de hêdî hêdî dest bi axaftinê dike), navên ku ji bo karakteran hildibijêre, bikaranîna wî ya teknîkên vebêjiyê, têkiliya tekstên wî yê bi tekstên kevn û nivîskarên kevn û nûjen re, têkiliya wî ya bi rabirdû re, pêşdîtinên wî yên dahatûyî, şahidiya wî ya hemdem û hest û hêza wiya manewî tekstên wî dikişine akordekî xweser û ji bo xwendekar û rejîsor û lîstikvan û temaşevanên xwe riya ceribandineke seyrî û cuda derdixe holê.” Ji “Dîsko 5 No’lu” Hucreyeke nîvtarî... Tora pîrevokan nava hucre û derdora wê dorpêç kiriye. Cop, kêr, qelas û amûrên wek wisa li ser torê dardekirî ne. Erd tijî ava genî ye. Li ser dîwaran “Xwedê tune, pêxember çû bêhnvedanê” dinivîse. Ji “Bûka Lekî” Di bin ronahiyeke romantîk de jinemankênek. Jinik rûken, esîl, porsor, bejinzirav, narîn û lihevhatî ye… Cilne rengo-rengo li xwe kiriye. Destekî xwe daye ser noqa xwe. Mêrikek tê maxezeyê û çawa Mankenê dibîne dikeve nav tenûra erdê û dilê wî dişewite. Ji “Gor” Goristanek… Erd asîman e, asîman erd e. Bêhna goştên riziyayî û kurmên rizîxwaran tê. Kundê kor û marê kerr deng didin. Pepo, keko! Kê kir? Min kir! Kê kuşt? Min kuşt! Kê şûşt? Min şûşt! Lîstikên Tomerî Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî, Gor Mîrza Metîn
Yazar:
Mîrza Metîn
Mîrza Metîn
Tahmini Okuma Süresi: 3 sa. 41 dk.Sayfa Sayısı: 130Basım Tarihi: Nisan 2018Yayınevi: Avesta Basım Yayın
ISBN: 9786059082921Ülke: TürkiyeDil: Kürtçe

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
130 syf.
7/10 puan verdi
·
Beğendi
Şanogerê kone Mîrza Metîn xeynî listikvan û derhêneriyê nivisa şanoyan jî dike. Heya naha dudu bi zimanê Tirkî dudu bêdeng tevahî 12 tekstê şanoyê nivisye. Di bin banê Lîstikên Tomerî de sê listik aniye erdekî. Tekst ji bo listinê hatine nivisîn. Di nava kevanende liskît tê dernêherkirin. Dibe ku ji ber vê ye xwendin parîkî zehmete. Xwe tevahiya cihanê de jî xwendina metnên şanoyê kême. Berhem bi teksta "lîstika Disko 5nolu" ve destpê dike. Ev teks bi navê xwe jî eyane ku li ser zindana Amedê hatiye nivis . Her çiqas li vê babetê gelek bîranîn guhdar kiribe, çîrok xwendibe û film û belgefîlm jî temaşe kiribe. Şano bandora xwe cuda li ser xwêner dihêle. Em dikarin bêjin ev karesata hatî serî, reseniya xwe ve bêyî ajîte berxwedêr û serbilind tê ser dikê. Buka Lekî jî dîsa bi awayekî tiyatral tengezariya takekesî derxistiye ser dika şanoyê. Hemû kesayetê metnê nexweşin. Him xwe him jî hevdu ne qayilin. Şer pevçûna di navbera wan de hemî kesan diherifine û wan wunda dike. Niviskar şêwaza xwe a drama post-nûjen( nûjena nû) herî qenc li vê metnê de derxistiye holê. Hemî karkerter bermahiyê jiyaneke nîvco mayîne. Cîbicî kirina parodî û îroniya teks dagirtî ye.Ez herî zêde vê listikê mereq dikim ka li ser dike çawa ye. Hevî dikim demek kin de temaşe bikim.
Lîstîkên Tomerî
Lîstîkên TomerîMîrza Metîn · Avesta Basım Yayın · 20186 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.