Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Martînê Bextewer

Jan Dost

Martînê Bextewer Sözleri ve Alıntıları

Martînê Bextewer sözleri ve alıntılarını, Martînê Bextewer kitap alıntılarını, Martînê Bextewer en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Here.Here û li rûhaniyeta welatan bigere. Eger RASTÎ pêtek be jî bike kefa destê xwe û bîne. Deyne ser zimanê xwe û bibêje. Jixwe divê rastî yekî bişewitîne. Jixwe tiştek mîna rastîyê yekî naşewitîne. Jixwe rastî çêlîka êgir û neviya ronahîyê ye. Rastî ji gumanê jî peyda dibe. Guman jî makek ji maken rastîyê ye Martîn.
Sayfa 33 -avesta yayınlarıKitabı okudu
Mirov nikare fêrî bexteweriyê bibe, mirov bexteweriya xwe diafirîne
Reklam
Mesîh dibêje: ez im rê, ez im rastî, û ez im Jiyan!
Şer agir e. Agirekî gurr ku zû bi zû venamire. Şer bi xwe bi xwînê gurr dibe. Ew bi xwîna hezaran mirov, leşker, jin, zarok û kesên bêguneh vêdikeve.
Ev çi dîmeneke tirsnak û xemgîr bû Xwedayê min! Yek li erdê li ber xwe dide û yek li ser singa wî peya bûye û dike wî bikûje. Ji bo çi? Ji ber ku yekî rastîya yê din nedipejirand. Her yekî ji wan digot ez rast im. Her yekî ji wan xwe nêzîktirî Xwedê didît. Xwe paktir didît û yê li peşberî xwe ne tiştek didît û loma jî dixwest wî tune bike. Eger yek yekî tune bike, rastîya wî jî tune dike! Em,em kesên li dora herduyan jî li hevîya biserketina bawerîyên,xwe rastîya xwe û pakî û pîrozîya xwedayê xwe bûn. Te digot dîrok bi hemû nakokîyên xwe, cengên xwe yên dilguvêş û cegerqeleş li wir rawestîyaye. Te digot Xwedê û Iblîs her karekî xwe şemirandine û hatine temaşeya wî dimenî da ku ew bi xwe jî rastîya xwe nas bikin. Te digot hêzên dinyayê yên mezin, Şerq û Xerb, dêr û mizgeft di wî dîmenî de hatine hemberî hev..
Sayfa 241-avesta yayınlarıKitabı okudu
Min nas kir ku bextewerî nikare di kitêban de hilê. Bextewerî jiyan e, jiyan bi xwe ye. Bextewerî jin e ne tiştekî din e.
Reklam
Hemûyan berê xwe dabûn paqijiya laş, paqijiya çermê genî, paqijiya vî qalikê min ê derve, lê kesekî negote min: giyanê xwe pak bike! Kesekî negote min: li hundirê xwe vegere.
Dizan gotibûn: efendiyê me yê qedirbilind! Em her tiştî didizin. Em solên ber derê mizgeftan û mûmên dêran jî didizin. Heta em jefenên miriyan jî didizin, lê defteran! Bı serê sultan û walî be ku haya me jê nîne.
24 öğeden 16 ile 24 arasındakiler gösteriliyor.