Mela Huseynê Bateyî sözleri ve alıntılarını, Mela Huseynê Bateyî kitap alıntılarını, Mela Huseynê Bateyî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Qiblegeha aşiqan î şengala ebrûzirav
Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav
Dax û kovana êvînê sotî canê min tevav
Extera subha seîd î reşrihana ta belav
Filfila Hindustanê zulf û xala kê yî tu
Birîndarê di ser tîr im
Di baxê muhbetê mîr im
Êsîrê hebs û zincîr im
Nekêşit kes cefaya min
Êsîrê vê zenexdanê
Wekî bejnê di zindanê
Kemerzalê Medî kanê
Nekêşit kes cefaya min
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu
Bo Xudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitep e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
Subh û êvarî şeva tarî şemala kêyî tu
Leyletul Qedr û Berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn bala kê yî tu
Bo Xudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
....
...
Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horiya reş kakul î
Ez aşiqê dîwane me
Horiya firdewsa alî
Qumriya baxê cemal î
Ger tu şem’î wer şemal î
Ez eceb perwane me
Xwoş şemal î mîhr û mahî
Nazika ebrû siyah î
Ger tu şah î padîşah î
Ez xerîbê xane me.