Mela Huseynê Bateyî sözleri ve alıntılarını, Mela Huseynê Bateyî kitap alıntılarını, Mela Huseynê Bateyî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horiya reşkakul î
Ez aşiqê dîwane me
Horiya firdewsa ‘alî
Qumriya baxê cemal î
Ger tu şem’ î wer şemal î
Ez ‘eceb perwane me."
subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu
bo Xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden
nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
ahûya
Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horiya reşkakul î
Ez aşiqê dîwane me
Horiya firdewsa ‘alî
Qumriya baxê cemal î
Ger tu şem’ î wer şemal î
Ez ‘eceb perwane me
Xwoş şemal î mihr û mah î
Nazika ebrûsiyah î
Ger tu şah î padîşah î
Ez xerîbê xane me
Padîşahê hullepoş î
Afitab ser tasê noşî
Ger tu mestê meyfiroş î
Ez qûlê meyxane me
el wefayî wesla canan xemzîdara min nehat
ya tu qelbê aşiqan î, gulnîgara min nehat
mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat
subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat
derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bê çîmen
bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bê weten
şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen
mûnisê derd û xeman im sakinê beyt-ul hezen
tar û mar im, întîzar im, sehsiwara min nehat
pertewa şem`a cemalî, min disojit dem bi dem
iştîyaqa zulf û xalan têk kirim deryayê xem
dame ber pêça fîraqê, weslê qet nakit kerem
ma mededkarê me bit "înna fetehna" subh û dem
weme,sotim ateşê dil, şehriyara min nehat
şubhemestan im weku dîwane ez dîwaneser
badeoş im, pirxuroş im, bêyîhoş im derbider
hesret û hicrin keser mehbûb û xeyrin bîn`nezer
bîlfîraqê lî`ttelaqî bê sikûn in ta seher
xwabê nûşîn ba ezîz im, dilnîgara min nehat
Birîndarê di ser tîr im
Di baxê muhbetê mîr im
Êsîrê hebs û zincîr im
Nekêşit kes cefaya min
Êsîrê vê zenexdanê
Wekî bejnê di zindanê
Kemerzalê Medî kanê
Nekêşit kes cefaya min