koleksiyona 16`em, li avdestxanê, berî orgazmê
ev çirûsk, ji teyisîna perçeyên neynikeke şikesfî
ya tuwaletê hatiye berhevkirin
di tahma erotîzmê û di bêhna mîzê de ye
deverek
tuwaletek
girtî
koleksiyona 15`em, li xwînxanê, eynter
ev çirûsk, ji biriqandinên qirîstalên qeşê hatiye
berhevkirin
di tahma biraştina goştê însanên mirî
û di bêhna berateyên peykerên qefilî de ye
qesrek ji qeşê
heykelên devê deriyên wê diricifin
ji sermê
tiliyên min diweşin
rengê xwînê sebx vedaye li mermerên binê wê
ji jêrzemîna wê qîrîna mebredkirina kêran
koleksiyona 14`em, li hêviya tofanan
an jî li mahşerê, çele
ev çirûsk, ji vedana birûskên krizên velîstinên te
hatiye berhevkirin
di tahma bêhnê û di bêhna tahmê de ye
tu jî zanî
bê destê min ne li bejna genimekî;
koleksiyona I3`em, li stêrkekê, nîvêşevê
ev çirûsk, ji çirûskên stêrkên çavên te
hatiye berhevkirin
di tahma însanên dizanin biêşin û di bêhna felekê de ye
tirs-tarî-tenêtî-
ferîşteya firtoneyan mhê min bi firê xist
hezkirina stêrkan bask bi min da zîldayin
koieksiyona 12`em, li binê bîrê, şev
ev çirûsk, bi şev ji xelekeke govenda şewqên li ser ava
bîrê direqisîn
hatiye berhevkirîn
di tahma xwedê û di bêhna hibrê de ye
di binê bîreke birîndar û bêbinî de
tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
koleksiyona 10`em, li otogarê, qiyala nîvro
ev çirûsk, ji şolîbûna dilopeke xwêdana kaotîk
a zilamekî bajar lê herimî
hatiye berhevkirin
di tahma vegera malê û di bêhna lingên werimî yên
rêwiyekî de ye
cih ji te re nehiştibûn,
li rawestgehên şeliqî yên li qiraxên avan
piyên te derketin parsa riyan
çirûskên te ew rêwiyên bender qesasên
koleksiyona 1`em, li ber şibakê, destê sibê
ev çirûsk, ji flaşa birûskekê ya zarokanli ber wê
fotografên xwe dikişandin hatiye berhevkirin
di tahma berfdimskê û di bêhna nanê sêlê
yê zivistanî tê lêxistin de ye
tu nuh ji xew radibûyî û
tu weke ku derek te birîn bûbe û
tu tavilê bi meraq li wê birînê binêrî;
tu li berfê diniherî
tu jî weke
kezebfiroşek şîşa xwe di "kezeba" xwe de radike û dibirêje,
li qeraxa dîclê çend zarok bi çêm de dimîzin
li amedê destê êvarî îi havînî, jiyan; meqnetîis e…