Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mirina Kalekî Rind

Mehmed Uzun

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
"Ez xwe hinek westîyayî hîs dîkim.Ez dixwazim hinek bigirîm .."
Reklam
Belê, ev baranek e ku li dora masa min dibare. Piraniya caran ez di xewnên xwe de bi te re me. Yan jî ez her te difîkirim... Eger her tişt weke ku me hesibandibûn bimeşiyana û min bikaribûya te gelek carên din jî bidîta û ew tiştên ku ez mat hîştim wisan li pey hev nehatina, gelo ez dê dîsan weha di bin dilopên xatire û bîranînan de bimama? Ez vê yekê nizanim.
"Hesret...hesretên stûxwar, şkestî, qurmiçî, dilgerm û dilsoj. Hesret... hesreta wextên aza û wekhev. Hesret...hesreta azadiya nezincîrkirî."
jiyan tabloyeke rengin e ku bi rengên xweşik yên tesadufan ve hatiye neqişandin
Hêviyên min şkestin; ew dê hew bîhata. Lê, di demeke kurt de hêviyên nû dewsa hêviyên kevn û şkestî girtin; hechecik dê di bihara pêş me de bihata. Ew dê bîhata û nik min venişta.
Reklam
Herweha di nav dostiya bêdeng ya hewşan de min jiyana xwe ya nû hembêz kir. Min çend dilop ji jiyana nû ku dê bi heyecanên nû, hêviyên nû, tenêtiyên nû, evînên nû, janên nû ve tijî bûya, vexwarin. Min li asmên dîwarên hewşan nîhêrîn û ez bi çend dengan qîriyam: «Heyecan, tu bî xêr hatî. Derd û keser, hûn bî xêr hatîn. Jîyana nû, tu bî xêr hatî. Hêvî, hêvî, hêvî... tu bi xêr hatî.»
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.