Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mirina Kalekî Rind

Mehmed Uzun

Mirina Kalekî Rind Gönderileri

Mirina Kalekî Rind kitaplarını, Mirina Kalekî Rind sözleri ve alıntılarını, Mirina Kalekî Rind yazarlarını, Mirina Kalekî Rind yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Şev hişyar dibe û însan û însanetî dest pê dikin û radizên... Gelo ev yeka ji bo me însanan qeder e? Siûda însan û însanetîyê ev e?... Lê wisan dixuye ku qedera min dê weke qedera însanên din nebe. Belê, ew dê nebe... Ez bî vê yekê kêfxweş dibim. Ez çawan binivîsim... çavên min hew weke berê ne, ez hêdî hêdî kor dibim... Her tişt lî ber çavên min reş dibin. Ez hew dikarim binivîsim û bixwînim. Ez dibim şirîkê dinya tarî. Ez dê, êdî, xwe berdim hembeza dinya tarî û li stranên wê guhdarî bikim... di nav xewnen wê de bigerim. Ez dizanim; ez dê di dinya xwe ya nû de tiştên nû keşf bikim û kêfxweşiyên nû bibînim.
Ez çavên te radimûsim... bila Xwedê bi te re be û tu di xweşiyê de bimînî.
Reklam
Ez pir xewn dibînim, wî got. Ya rast; ez di navbera xewn û rastiyê de derim û têm. Carina ez bawer dikim ku ez xewn dibînim, lê ji nîşka ve têdigihêm ku ez di esasê xwe de difikirim, belê, bi tenê difikirim.
Li vê derê ji bo rehetî her tişt heye. Jiyan li vê derê di bin poşikeke nerm û stûr de lal û bêdeng nivistî ye. Ev der bêdeng e, ne pejîn, ne teq, ne req. Doraliyê me lal û xamûş e. Îcar wext... jixwe wext li vê derê naherike û tîştên ku wext tînin bîra însên, li gundê me windabûyî ne. Em di nav wextên mirî de dijîn. Yanê wext lî vê derê mirî ye. Em jî... leheng û şerwanên wexta mirî ne... herweha, êdî ez li hêviya melayîka mirinê, ruhistîn im jî. Ez li benda wî me da ku ew were û bîkeve hembêza min. Lê ew nayê. Ez nizanim ka ew jî min qaherî ye yan keys bi dest naxîne? Belê, rehetîya min aha rehetiyeke weha ye. Rehetiyeke bêdeng, rehetiyek di nav wextên mirî de.
Herweha di nav dostiya bêdeng ya hewşan de min jiyana xwe ya nû hembêz kir. Min çend dilop ji jiyana nû ku dê bi heyecanên nû, hêviyên nû, tenêtiyên nû, evînên nû, janên nû ve tijî bûya, vexwarin. Min li asmên dîwarên hewşan nîhêrîn û ez bi çend dengan qîriyam: «Heyecan, tu bî xêr hatî. Derd û keser, hûn bî xêr hatîn. Jîyana nû, tu bî xêr hatî. Hêvî, hêvî, hêvî... tu bi xêr hatî.»
Reklam
Hêviyên min şkestin; ew dê hew bîhata. Lê, di demeke kurt de hêviyên nû dewsa hêviyên kevn û şkestî girtin; hechecik dê di bihara pêş me de bihata. Ew dê bîhata û nik min venişta.
Belê, ev baranek e ku li dora masa min dibare. Piraniya caran ez di xewnên xwe de bi te re me. Yan jî ez her te difîkirim... Eger her tişt weke ku me hesibandibûn bimeşiyana û min bikaribûya te gelek carên din jî bidîta û ew tiştên ku ez mat hîştim wisan li pey hev nehatina, gelo ez dê dîsan weha di bin dilopên xatire û bîranînan de bimama? Ez vê yekê nizanim.
14 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.