Naqosên Romayê sözleri ve alıntılarını, Naqosên Romayê kitap alıntılarını, Naqosên Romayê en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ezbenî, dema min dûvre kitêbên kevn xwendin, min fêm kir ku dinya hertim wisa bûye: Bilindbûn û nizimbûn, çêbûn û neman, bihêzbûn û li holê neman, heta Xwedayê zûlcelal bixwaze.
De ez hîn lawikekî lawaz im, ba min li ber xwe dibe û tîne. Ez qeyîkeke biçûk im. Baberrikên min diriyayî ne û sewlên min şikestî ne, de bi dilovanî û rehma xwe min ji vê babelîsokê rizgar bike Xwedayê min!
Hemû mirov Xwedî tev li nav şerên xwe dikin û qirêjî û bêmirêsiyên xwe pê ve dizeliqînin û navê wî bi xwînê reş dikin. Xwedê evîn û mihbet e. Mihbet kîndarî û nefretê geş nake, lêbelê wê ji holê radike.