Naqosên Romayê

Jan Dost

Naqosên Romayê Sözleri ve Alıntıları

Naqosên Romayê sözleri ve alıntılarını, Naqosên Romayê kitap alıntılarını, Naqosên Romayê en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ti kesî ew hêsirên wî nedîtin ji bilî wê parçeya biçûk a neynikê di şevên tenêtiya wî ya sar û seqem û keserkûr de.
Sayfa 108
Jixwe dil jî Eşîq legen in, êdî miqate be tu legena xwe bi çi dadigirî. Agehdar be legena ku bi hingiv tijî be dikare bi jehrê jî bê tijîkirin.
Sayfa 62
Reklam
"Heta kengî wê mirov kêmasî û gunehkariyên xwe û bêmirêsiyên ruhê xwe bi Xwedê ve bizeliqînin? Heta kengî wê mirov Xwedayê pak û paqij bikin singek ji cil û bergên xwe yên gemarî û qirêj re? De ji min re bêje heta kengî, ha?"
Sayfa 125
Firax û amanek li gundên derdorê nema ku min ew ji zingarê spî û pak nekir. Lê min nikaribû bîranîna te ji dilê xwe pak bikira û derxista
Sayfa 169
Dilê min. Dilê min ê ku zingara xerîbiyê li ser kom bûye. Dilê min ê bi keser û janên bêrîkirinê giranbûyî. Dilê min ê bi hesretê jihevketî mencelek e
"Eger pirsan li te zor kir bêdengî bersiva herî baş e."
Geri14
48 öğeden 41 ile 48 arasındakiler gösteriliyor.