Nûbihar - Sayı 165 kitaplarını, Nûbihar - Sayı 165 sözleri ve alıntılarını, Nûbihar - Sayı 165 yazarlarını, Nûbihar - Sayı 165 yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ji jimareke nû ya kovara Nûbiharê merheba!
Di vê hejmarê de dosyeyeke bi navê hêja û xwesh; Zimanê Kurdî heye. Bi slogan ango pirseke xweş jî pêvek buye; Quo Vadîs? Yanê; bi ku va diçî?
Wek ku edîtor brz.Suleyman Ç. Gotiye; dema ku gihaşte destê we ev hejmar, emê li pêşangeha kitêban a Amedê bin. Dema ku min evê hejmarê wergirtibû piştî çend rojan min jî xwe gihande fuarê.Gelek xwesh bû. Ev aliyek. Em bêne naverokê;
Di vê hejmarê de; dosyeyeke bi pirseke xwesh heye; zimanê kurdî bi ku va diçî? Amedekarê dosyayê A.Încekan e, herwiha nivîsa wî jî heye, îbrahîm Bor bi navê Ziman hebûn e, J.Îlhan K. Tevfîk Bayram, Şehmus K. Reha R. , J. Boschenska, G.Haig, C. Schroeder bi nivîsên xwe dosyeyê xemilandine.
Salih kevirbirî cardin bi hevpeyvînek hêja qala dengbêjek dike. Hevpeyvîneke din ji hêla Nihat Gultekîn ve derheq Prîskê Mihoyî ve hatiye amadekirin.
Helbestvanên hêja; Berken Bereh û Rojen Barnas serî de helbestrêziya kovarê bi helbestên xwe yî dilgermkirinê xemilandine herwiha çend helbestên xwesh wek ya Kawa Nemir û li du wî heya dawiya rupela kovarê ji hêla helbestvanan ve rêz bûne. Rohat Alakom behsa Aslîka Qadir ku ji Kurdên Ermenîstanê ye dengbêjeke dengzîz e kiriye.
Belê, min evê kovarê jî bi kêfxweşî xwend, pêşniyara min; kovaran, nexasim kovara Nûbiharê, ji serî heya dawî bixwînin lewra meriv nizane çi surprîzên xwesh têde derkevin ku meriv jê îstîfade bike.
Hêviya hevdîtina hejmara nû.
vê kebara şevtarî min derêxist ji depa sing
ew dilê xerabecih ku bû dûjeh û pereng
min danî di nav çenga da bikim ez lê hedar sebr û tebatê bikin bifilitîn ji azar
min gotê va sihare jîn vedaye der û dor
wer bikevîn qefesê têkevîn xeweke kûr
êdî nema me'naya ku hîs bikin ez û tu
ne qedehê ne camê ne dilberê ne jî rû
gote min ez dizanim wê dilbera rûperî
tenê carek jî nekir li me 'işq û dîdarî
Sîne ji agirê dil, bi xema canane sot
Agirê di vî dilî, qesr û hem kaşane sot
Laşê min ji dûriya evîndarê heliya
Canê min ji agirê dêm-roja canane sot
Şewta dil bibîne ku ji hêstiran do bi şev
Dilê findê ji eşqê, mînanî perwane sot
Ne 'ecêb dilê nasan bes bi min bişewite
Wusa me ku b'halê min, dilê her bîgane sot
Xirqeya sofîtiyê, b'ava xerabatê çû
Xaneya aqilê min, agirê meyxane sot
Dilê mîna qedehê, tobeya ku kir şikand
Wek lale, cegerê min, bê mey û bê bade sot
Çîrokan terk ke Hafiz, mey binoşe demekê
Em ranezane bi şev, findê bi efsane sot