Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Nûbihar - Sayı 165

Nubihar Dergisi

Nûbihar - Sayı 165 Sözleri ve Alıntıları

Nûbihar - Sayı 165 sözleri ve alıntılarını, Nûbihar - Sayı 165 kitap alıntılarını, Nûbihar - Sayı 165 en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Evîna me, nêr e! / E.Yilmaz
Ez bi destxeta xwe ya xaro maro qala bêrîkirin û hezkirina xwe dikim…
Sayfa 91 - Nûbihar
şîreta dê…
Tu mîna melek î, lê her kesî weke xwe nebîne.
Sayfa 84 - Nûbihar
Reklam
Gur / Talat İnanç
Tu gur î te xwe di postê mêşinê de telandiye dev û çav û guh nîv veşirî pa tu tê de naheşirî.
Sayfa 29 - Nûbihar
Gelo bêyî Kurdan nivîsîna dîroka Komara Tirkiyeyê pêkan e? /M.Celalî
Kadroyên avakar yên Komarê, dewlet li ser ne- teweya Tirk û zimanê Tirkî ava kirin. Loma Tirk û Kurdên ku bi sedsalan li gor qanûnên Osmanî yên ne bi temamî be jî xwe dispartin şerîeta Îslamê hatibûn birêvebirin, divê bihatana perwer-çdekirin û qanîkirin. Jixwe ji bo vê gelek qanûn û înqilabên tedîb û tenkîlê hatin derxistin, ji alfabeyê bigire heya saziyên perwerdeyê, ji xwarin û li xwekirinê heya şeklê jiyanê hewl hat dayîn ku gelê paşverû û paşdemayî ber bi asta medeniyeta muesir (!) were derxistin...
Sayfa 17 - Nûbihar
+5 Dosye - Psîkolojî û Ziman / J.Î.Kizilhan
Zimanê dê-bav û civak Îro ku civaka Kurd bi hemû sazî, rêxistin û komelên xwe bi rastî bixwazin dîsa vegerin ser zimanê xwe, divê ev di pratîk û têoriyê de bernameyên xwe biguherînin. Bi taybetî mirovên nas, ango serokên rêxistinan, siyasetmedar, hunermend, nivîskar û hwd. divên gavên pêşî biavêjin û bi fermî di organên xwe wek medya, daxuyanî û kombûnê xwe de bi zimanê Kurdî biaxifin.
Sayfa 45 - Nûbihar
++ Encam
Divê plansaziyeke perwerdeya Kurdî haydar be ji wan bariyer û astengiyan û hewl bide wan çareser bike. Dîsa li bara astengiyên pedagojik jî kêmasiyên gihandina mamosteyan û amadekirina materyalan pirsgirêk û astengiyên sereke ne.
Sayfa 55 - Nûbihar
Reklam
Gur / Talat İnanç
Devê te qîl xîp in qîç rîp in berxê malê li nîvê palê diqefêlî bi qelpikê digirî didî ber xîp û rîpan kûr dibirrî. Yeqîn tu gur î.
Sayfa 29 - Nûbihar
Aslîka Qadir
Aslika Qadir di dîroka Kurdên Ermenistanê de û li Kurdistanê bi dengê xwe yê xweş wek dengbêjeke Kurd hatiye nasîn. Hunermenda ku ev ji 50 salan zêdetir e distrê bi kilama xwe ya bi navê "Welatê me Kurdistan e" navdar bûye. Navê Aslika Qadir û navê vê kilamê hertim gazî hev dikin. Kilamê herweha beşeke navê pirtûka bîranînên wê jî pêk aniye: "Jîyan û Bîranîn: Welatê me Kurdistan e." Rêzên pêşîn yên vê kilamê wiha ne: Welatê me Kurdistan e, Cih, meskenê me Kurdan e, Welat ji me ra reh û can e, Milet hemû bira ne.
Sayfa 11 - Nûbihar
Yaremî / M.Berzan Doner
vê kebara şevtarî min derêxist ji depa sing ew dilê xerabecih ku bû dûjeh û pereng min danî di nav çenga da bikim ez lê hedar sebr û tebatê bikin bifilitîn ji azar min gotê va sihare jîn vedaye der û dor wer bikevîn qefesê têkevîn xeweke kûr êdî nema me'naya ku hîs bikin ez û tu ne qedehê ne camê ne dilberê ne jî rû gote min ez dizanim wê dilbera rûperî tenê carek jî nekir li me 'işq û dîdarî
Sayfa 87 - Nûbihar
++ Gelo bêyî Kurdan nivîsîna dîroka Komara Tirkiyeyê pêkan e? /M.Celalî
Bi îcad û înşakirina neteweya Tirk hemû miletên din hatin çewisandin, zimanên wan tune hatin hesibandin, ji dem û dezgehên resmî hatin dûrxistin, heta bikaranîna wan hat qedexekirin û ev nasnameya Tirkbûnê ya nû û sekuler li ser Tirkan jî hat ferzkirin. Bi vê yekê hewl hat dayîn neteweyeke yekreng, yekziman û yekdeng bê îcadkirin. Loma mîtolojî, ala, welat û her wiha armancên nû hatin diyarkirin û yên li dijî wan derketin jî wekî dijminên nû hatin destnî- şankirin. A ji wan yek jî Kurd bûn.
Sayfa 19 - Nûbihar
33 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.