Kadroyên avakar yên Komarê, dewlet li ser ne- teweya Tirk û zimanê Tirkî ava kirin. Loma Tirk û Kurdên ku bi sedsalan li gor qanûnên Osmanî yên ne bi temamî be jî xwe dispartin şerîeta Îslamê hatibûn birêvebirin, divê bihatana perwer-çdekirin û qanîkirin. Jixwe ji bo vê gelek qanûn û înqilabên tedîb û tenkîlê hatin derxistin, ji alfabeyê bigire heya saziyên perwerdeyê, ji xwarin û li xwekirinê heya şeklê jiyanê hewl hat dayîn ku gelê paşverû û paşdemayî ber bi asta medeniyeta muesir (!) were derxistin...